Wezîra Tenduristiyê ya Iraqê îstifa kir
Wezîra Tenduristiyê ya Iraqê Adîle Mahmût, piştî şewata duh a li Nexweşxaneya Yermûk a Bexdayê derket ku 12 pitikan jiyana xwe ji dest dan, îstifa kir.

Adîle Mahmût duh êvarê di bernameya televîzyonekê de ragihand, ew ji wezîfeya xwe îstifa dike. Lê ji hikûmetê ti daxuyanî hê nehatiye ku îstifa wê hatiye qebûlkirin an na.
Der barê hejmara mirovên ji ber vê şewatê jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, ajansên nûçeyan agahiyên cuda didin. Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê Dr. Ahmed Rîdenî da xuyakirin, ku di şewata li Nexweşxaneya Yermûkê de 12 pitikan jiyana xwe j dest dane. Berdevk ragihand 7 zarok û 29 jin jî ji şewatê hatine rizgarkirin.