Welatiyên Kobanê ti eleqe nîşanî Davutoglu nedan
Welatiyên Kobanê ti eleqe nîşanî Davutoglu nedan
Welatiyên Kobanê ti eleqe nîşanî Davutoglu nedan
Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu, ji bo serdana welatiyên Kobanê hat Pirsûsê û tenê çû konbajarên ji aliyê AFAD'ê hatine çêkirin û 6 hezar û 100 welatî lê dimînin. Serdana Davutoglu ji aliye welatiyan Kobanê vê rastî eleqeyê nehat.
Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu, piştî tevlî civina AKP'ê ya 99'emîn serokên navendan a berfireh ku li Rihayê pêk hat bû, çû serdana welatiyên Kobanê yên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê koçber bûne. Davutoglu tenê çû serdana welatiyên ku li konbajarê AFAD'ê yên li taxa Alîgora Pirsûsa Rihayê hatine bicihkirin. Davutoglu bi sedan polis, lêşker û tîmên taybet û maşîneyên zirxî hat konbajar. Ji ber hatina Davutoglu, rêya Pirsûs û Bêrecûkê jî ji trafîqê hat girtin û gelek welatî bi seatan li ser rêyan mexdûr bûn. Wekî te zanîn ji ber êrîşên DAIŞ'ê nezî 200 hezar welatiyên Kobanê koçber bê û ji van tenê 6 hezar û100 kes li konbajarê AFAD'ê hat bicihkirin.
Davutoglu li konbajarê AFAD'ê derket pêşberî welatiyên Kobanê û welatiyan ti eleqe nîşan neda. Welatiyên ku çûn jî hemû polîsên sivîl, parêzvanên Davutoglu û hin zarokên pêk dihat. Davutoglu li vir axaftinek kir û got ku qaşo wan ji welatiyên Kobanê re hembêz vekiriye û de li wan xwedî derkevin. Davutoglu ji komek welatiyên Kobanê got ku Tirkiye mala wan e û wiha axivî: "Hûn ji mêvanên me ne. Eşa we êşa me ye. Deriyê me heya dawî ji were vekirine. Pirsûs û Kobanê, Tirkiye û Sûriyeyê jî yek in û birayên hev in. Înşaallah şerê Kobanê xelas bibe û hûn jî vegerin Kobanê."
Davutoglu pişti axaftina xwe ji konbajar derket û çû Rihayê.