Wê pêlîstokan deynin ber serê zarokên Kobanê

Wê pêlîstokan deynin ber serê zarokên Kobanê

Ji bo zarokên Kobanê ên li Pirsûsê di konbajaran de dijîn, ji aliyê dilxwazan ve şahiyek hat organîzekirin. Di çarçoveya şahiyê de 40 hezar pêlîstokên anîne bi şev dema zarok di xew de ne wê deynin ber serê wan.

Li ser banga Şanoya Dika Derveyî Kolanê ya Enqere ji bo zarokên Kobanê yên li Pirsûsê di konbajaran de dijîn, 40 dilxwazên ji 8 bajaran hatin, ji bo zarokan şahî organîzekirin. Dilxwazan li konbajarê Suphî Nejat Agirnasli kêliyek be jî ji bo zarok ji bandora şer derkevin şahiyek li dar xistin. Ji bo zarokan îlluzyon, pandomîm, drama û jugglîng hatin nîşandan, atolyeyên lîstîk û vîdeo hatin çêkirin. Zarokên ku bi coş pêşandan temaşekirin, bi hunermendan re stranên, “Zimanû Kurdî” û “Ax Kobanê” gotin.

Hazel Başkoy a di Şanoya Dika Derveyî Kolanê ya Enqereyê de cih digire got ku ji bo 5 rojan hatine, wê li konbajarên Arîn Mîrxan, Kobanê, Rojava û Kader Ortakaya jî şahiyên xwe dewam bikin. Hazel diyar kir ku ji bo 2 hezar kesan kelûpelên kirtasiyeyê jî amade kirine, Komeleya Muzîsyenên Îzmîrê jî 40 hezar pêlîstok ji bo zarokan anîne. Hazel got ku wek surprîz wê pêlîstokan dema bi şev zarok razên wê deynin ber serê wan.