Wê hestiyên Olcay radestî malbatê bên kirin

Wê hestiyên Olcay radestî malbatê bên kirin

Li navçeya Qosera Mêrdinê lêpirsîna "kuştinên ne diyar" par li hin çalên foseptîk hatibûn kolandin û di vir de hestî hatibûn dîtin. Piştî ku hat tespîtkirin hestî aîdî Abdurrahman Olcay in, wê sibe were definkirin.

Li navçeya Qosera Mêrdinê 7 welatiyên di 30'ê Cotmeha 1995'an de ji aliyê JÎTEM'ê ve lêpirsîna wan hate kirin û windakirin, piştî lêpirsînê 18 sal şûnde li gundê Tilzerîn ê navçeya Qoserê di encama kolana çalek foseptîk de rastî kesek ku nasnameya wî nehate aşkerakirin bûn. Ji bo testa DNA'yê yê hestiyê wî rêkirin Saziya Tipa Edliyê ya Stenbolê û piştî testa DNA'ê hate zanîn ku hestî yên Abdurrahman Olcay in.

Piştî ku hestiyên Olcay hatin tespîtkirin, ji bo malbata hestiyê kurê xwe bigire serî dozgeriye da û dozgeriyê jî bersivek erênî da malbatê.

Cenazeyê Abdurrahman Olcay ê ku li goristana Mezopotamya hatiye veşartin wê sibe di bin çavdêriya dozgeriyê ve were derxistin û teslîmî malbatê were kirin.