Wanî roja Şemiyê dê li dijî dîwar bimeşin

Wanî roja Şemiyê dê li dijî dîwar bimeşin

Serokê Partiya Aşitî û Demokrasiyê ya Wanê Mûsa Îtah bang li gelê Wanê kir ku, roja Şemiyê beşdarî meşa li dijî dîwarê li ser sinorê Sûriyeyê tê avakirin bibin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Serokatiya BDP’a Wanê ve li ber Parka Feqiyê Teyran têkildarî dîwarê di navbera Bakûrê û Rojavayê KUrdistanê de tê avakirin de Alîkarê Hevserokê BDP’a Wanê Mûsa Îtah, Hevserokên HDK ya Wanê Harûn Okay, Esen Gunay Alîkarên Hevserokên BDP’ê Azîme Yacan, Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê û nûnerên Rêxistinên Civaka Sivîl beşdarbûn.

Hevserokê BDP’ê yê Wanê Mûsa Îtah ku daxuyaniya çapemeniyê da da diyarkirin ku, polîtîkayên AKP di meşîne pêvajo aniye ber xilas bûnê. Îtah anî ziman ku, li Tirkiyeyê Kurd ji aliyê AKP’ê ve têne girtin û bê tehemuliya wê ya ji bo şoreşa Rojava jî didome. Îtah got: “AKP hevkariyê li gel çeteyan dike û dixwaze şoreşa Rojava têk bibe. Hewil dide bidîwarê ava dike pêşiya pêvajoya çareseriyê bigire. AKP fesadiyê dixe nava gelan. Rêveberên AKP’ê hertim dibêjin pêvajoya çareseriyê baş diçe. Ka çawa diçe? AKP’ê di pêvajoya çareseriyê de kîjan pêngav avêtine? Ti pêngav nehatine avêtine. Hevdîtinên li Îmraliyê venegeriyane muzakereyên biwate. Birêz Ocalan vê jî dibêje. Em ji vir hikumeta AKP’ê hişyar dikin. Hevkariyê li gel çetan nekin, dîwaran çênekin û ambargoya we daniye ser Rojava rakin. Bi fitne û fesadiya nava gelan hûn encam nagirin. Samîmî nêzî Kurdan bibin. Eger dê kurd serhildan û berxwedanê bigehînin asta herî jor. Dema ku gel ev qas nêzî çareseriyê bûn, eger şerek derbikeve dê herkesê bişewitîne. Ji bo pêşî li vana bigirin, em bang li hemû gelê me dikin ku tevlî meşa roja Şemiyê di demjimêr 15.00’an de bibin. Bi van polîtîkayên AKP’ê êdî pêvajo nameşe. Zengilên xeteriyê lêdidin. Ev 8 mehên aram pêwîste nebin qurbanên hesabê hilbijartinê yên AKP’ê. Meşa me dê roja Şemiyê di demjimêr 15:00’an de destpê bike.”

Piştî daxuyaniyê kom bi çepik û tîlîliyan bilav bû.