Ugur Kaymaz û bavê wî hatin bibîranîn
Ugur Kaymaz û bavê wî hatin bibîranîn
Ugur Kaymaz û bavê wî hatin bibîranîn
Ugur Kaymaz ê ku hê 12 salî bû ji aliyê polîsan ve li ber malê bi bavê xwe Ahmet Kaymaz re bi 13 guleyan hate qetilkirin, di 10'emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gorên xwe hatin bîranîn.
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di 21'ê Mijdara 2004'an de polîsan Ahmet Kaymaz û kurê wî Ugur Kaymaz ê 12 salî bi hinceta "terorîst in" qetil kirin. Malbat û gelek kesan di 10'emîn salvegera qetilkirina bav û kur de li gorên wan ew bi bîranîn. Malbat û gelek welatî ji bo bîranînê li Taxa Ataturkê hatin cem hev û bi wêneyên Ahmet û Ugur Kaymaz heya goristanê bi dirûşma "Şehîd namirin" meşiyan. Li goristanê piştî rêzgirtinê Serokê MEYA-DER'ê Adbullatîf Tabar axivî û diyar kir ku bi sedan sal in li hemberî Kurdan zilm pêk tê û îro ev zilm bi qetilkirina zarokên hê di zikê dayikên xwe de berdewam dike.
Hevserokê Rêxistin DBP'ê yê Mêrdînê Omer Ocalan jî diyar kir ku ew dewleta van komkujiyan pêk tîne baş dinasin û wiha got: "Bi sedan sal in dewlet di her deh salan carekê li hemberî Kurdan komkujiyek pêk aniye. Ev dewlet, dewleteke qirêj e. Bi çavên dijminahiyê berê xwe dide Kurdan. Dewletê Ceylan Onkol, Ugur Kaymaz, Enes Ata û bi dehan zarokên Kurd bi gotina 'terorîst' bi awayekî hovane qetil kirin. Îro jî çeteyên DAIŞ'ê bi piştgiriya Tirkiyeyê li Rojava zarokên Kurd qetil dike."
Birayê Ugur Kaymaz Alî Kaymaz jî wiha got: "Em ê li hemberî înfazên bêdadî û neheqiyên li welatê me Kurdistanê pêk tên têkoşîna xwe ya rewa bilind bikin."
Piştî axaftinan girseyê li ser goran dua xwendin û ji goristanê veqetiyan.