Turk: Divê Barzanî bendewariyen gelê Kurd rast bixwîne

Turk: Divê Barzanî bendewariyen gelê Kurd rast bixwîne

Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk hatina Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî ji bo Amedê nirxand û diyar kir ku beşdariya Barzanî li gera Erdogan dê rê li ber nîqaşan veke û got, "Divê bendewariyên gelê Kurd rast bixwîne. Dibe ku hinekan ji bo hilbijartinên pêş, ew vexwendibin. Peyama ku ewê bide gelekî girîng e."

Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk beşdarî merasîma vekirina Bulvara Qamişlo ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat çêkirin bû û li dû merasîmê bersiv da pirsên rojnamevanan ên li ser mijarên di rojevê de.

Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk da xuyakirin ku beşdariya Barzanî li gera Erdogan a li Amedê dê rê li ber nîqaşan veke û anî ziman ku ew rojek berê li Hewlêrê bû, lê di rê vegerê de bi hatina Barzanî bo Amedê hesiyaye. Turk got, "Birêz Barzanî kesayetekî ku gelê Kurd hurmetê nîşan dide ye. Çavê Kurdan li Birêz Barzanî ye. Beriya niha Birêz Barzanî ji bo Newroza Amedê hat vexwendin û em li bendê bûn ku bihata serdana BDP'ê. Lê belê Birêz Barzanî nehat Amedê, ku ev der ji bo Kurdan bajarekî girîng e. Diyare ku hatina Birêz Barzanî li ser vexwendina Serokwezîr, dê di nava Kurdan de rê li ber nîqaşên mezin veke. Armanca me ne nîqaşkirina bi Barzanî re heye û em naxwazin bê nîqaşkirin. Lê belê peyamên ku Birêz Barzanî di vê serdanê de bide girîng e. Daxuyaniyên ew bide, dê me bibe encameke zelaltir. Lê bêguman divê bendewariyên gelê Kurd rast bixwîne, peyamên ku bide gelê Kurd gelekî girîng in. Dibe ku hinekan ji bo hilbijartinên pêş ew vexwendibin Amedê. Gel vê îhtimalê jî nîqaş dike. Hêvîdarim ku dê haya Barzanî ji vê rewşê hebe û nekeve nava rewşeke bi vî rengî. Em hêvîdarin ku Barzanî rola xwe bileyze û serdana wî feydê bide pêvajoya çareseriyê."