Topên hawanê yên li Edene û yên YPG'ê desteser kirin weke hev in!
Topên hawanê yên li Edene û yên YPG'ê desteser kirin weke hev in!
Topên hawanê yên li Edene û yên YPG'ê desteser kirin weke hev in!
Kamyonek topên hawanê yên li Edeneyê hatin zevtkirin, rastiya ku komên çete ji ku derê çekan bi dest dixin, careke din raxist pêş çavan. Balkêşe ku 935 topên hewanê û 10 lûleyên wan ên li Edeneyê hatin girtin, dişibin lûle û topên hawanê yên YPG'ê di meha Îlonê de ji ser çeteyên DAIŞ/El Nûsra rakirin.
Di 8'ê Mijdara 2013'an de li ser giliyekê di TIR'ek li Edeneyê de 935 topên hawanê û 10 lûleyên avêtinê hatin zevtkirin.

Balkêşê di meha Îlonê de dema Yekîneyên Parastina Gel (YPG) gundên Elok, Cafa, Dirdarê, Hemîd yên Serêkaniyê ji destê DAIŞ/Cephet El Nusra derxist du lûlên topên hawanê û gelek top desteser kiribûn.
Çavkaniyên YPG ragihandibûn ev lûle û hawanên desteser kirine ne yê artêşane û ji ber wê ew nikarin bikar bînin.
Di wêneyan jî tê xuyakirin ku topên hawanan ên li Tirkiyê hatine girtin û yê YPG’ê desteser kirine wek hev in.

Piştî bûyera li Edeneyê, di şeva 8'ê Mijdarê de li Derya Egeyê, di keştiyeke bar a li nêzî peravên Kardakê hat rawestandin de, gelek çek û teqemenî hatibû desteserkirin. Li keştiyê 20 hezar kalaşnîkof hatibû dîtin. Hatibû ragihandin ku kaptan û sê xebatkarên keştiyê, Tirkiyeyî ne. Li gorî kaptan, dê biça Skenderûnê. Medya Rûs îdîa kiribû ku ev keştî pênc rojan li Stenbolê mabû.