Tevkariya koçberên karsaz a li qada kar zêde dibe
Li Elmanyayê ku di salên dawî de hejmara penaberan zêde bûye, derket holê ku nêrîna 'koçber bandoreke neyînî li kar dikin' ne rast e.
Li Elmanyayê ku di salên dawî de hejmara penaberan zêde bûye, derket holê ku nêrîna 'koçber bandoreke neyînî li kar dikin' ne rast e.
Li gorî lêkolînekê, bi saya şîrketên koçberan li vî welatî ava kirine, zêdeyî mîlyonek cihên nû yên kar hatine afirandin.
Lêkolîn ji aliyê Enstîtuya Bertelsmann ve hat kirin. Li gorî vê lêkolînê, koçberên piştî sala 2005'an hatine vî welatî, di asteke bilind de karê xwe bi xwe ava kirine. Hat destpêkirin, ku hejmara koçberên xwedî karê xwe ne, yek ji çaran zêde bû û gihaşt 709 hezarî.
Di sala 2005'an de hejmara karkerên li kargehên koçberan dixebitîn 974 hezar bû. Ev hejmar di sala 2014'an de bû 1,3 mîlyon mirovî.
Li gorî lêkolînê, hejmara koçberên di heman demê de zêde bûn, bi tenê ji sedî 9 e. Hat destnîşankirin, ku dema tevkariya koçberan a li aboriyê bê nirxandin, ev zêdebûn rêjeyeke gelekî kêm e.
Di lêkolînê de hat ragihandin, ku koçberên karsaz ne tenê xwedî cafe, xwaringehên doner an jî dikanan e, di heman demê de li gelek qadên cuda kargeh vekirine û tevkariyê li aboriyê dikin.
KARSAZ LI GORÎ KARKERAN JI SEDÎ 40 ZÊDETIR QEZENC DIKIN
Li gorî lêkolîna Enstîtuya Bertelsmannê, karsazbûyîn kêm be jî bandorê li hatineyên malbatên koçber dike. Li gorî vê yekê, koçberên xwedî kargehê ne, mehane bi qasî 2 hezar 167 Euro qezenc dikin. Hat tespîtkirin ku ev yek ji sedî 40 zêdetirî mûçeyên karkeran e.
Lê belê tevî vê yekê, hem karsaz hem jî karkerên koçber, li gorî Elmanan ji sedî 30 kêm pere qezenc dikin.