Tevgera zêde ya leşkerî

Tevgera zêde ya leşkerî

HPG’ê diyar kir ku ev hefteyeke, li navçeya Nisêbîn û Şemrexê yên girêdayî Mêrdînê tevgera leşkerî zêde bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê diyar kir ku tevgera leşkerî ya artêşa Tirk zêde bûye. HPG’ê di daxuyaniya xwe de got, “Ev hefteyeke dawî ye, li gundên Kirêt, Cinata, Kurikê û Stîlîlê yên girêdayî navçeya Nisêbînê û gundên Reşmil û Reşîne yên girêdayî navçeya Şemrexê tevgera zêde ya artêşa Tirk a dagirker hatiye dîtin. Artêşa Tirk li van qadan bi wesayîtên sivîl ku dewriye digere, li hin hêrêman kemînan datîne. Tevgera artêşla Tirk a li herêmê didome.”

HPG’ê diyar kir ku 24’ê Mijdarê li gundê Tepe yê Bismil û gundê Dêriş ê Stewrê ji aliyê hêzên artêşa Tirk ve operasyonek hatiye destpêkirin. HPG’ê da xuyakirin ku operasyona 25’ê Mijdarê bê encam vekişiyaye.