TEVDA: Em êrîşa li Kobanê bi nefret şermezar dikin

TEVDA: Em êrîşa li Kobanê bi nefret şermezar dikin

Tevgera Êzidiyan TEVDA, êrîşa bombeyî ya li Kobanê şermezar kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya li ser navê TEVDA'yê de hat ragihandin ku li dû şoreşa 19'ê Tîrmehê hêza parastina cewherî ya gelê Rojava berxwedaneke mezin nîşan daye û hat destnîşankirin ku hêzên nikarin xwe li vê berxwedanê rabigirin, bi rêya çeteyan, ambargo û polîtîkaya koçberkirinê, êrîş kirine.

TEVDA'yê diyar kir ku ji êrîşa li hemberî saziya alîkariya însanî Heyva Sor a li Kobanê, ne tenê çetyên El Nûsra, di heman demê de hêzên her şêweyên alîkariyê didin van çeteyan berpirsyar in.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Weke Êzidiyan em dibêjin; bila rehma Xwedê li mirovên jiyana xwe ji dest dane be, ji birîndaran re şifa xêrê û ji malbatên şehîdên me û tevahiya gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin. Em dixwazin were zanîn ku emê heta dawî li pişt têkoşîna mafdar a gelê me ya li Rojavayê Kurdistanê bin."