Sûka Serêkaniyê ji nû ve zindî dibe
Sûka Serêkaniyê ji nû ve zindî dibe
Sûka Serêkaniyê ji nû ve zindî dibe
Piştî ku hêzên YPG’ê gundên herêma Serêkaniyê ji destê komên çeteyan rizgar kirin, liv û tevgera civakî ya li herêmê jî zêdetir bû. Şêniyên gundan ku êdî bi rehetî pêdiviyên xwe bicîh tînin, sûka sewalan a El-Mawgif ku nêzî salekê girtî bû, sûka mast û ya zebze ji nû ve zindî kir.
Li herêma Serêkaniyê ku piraniya şêniyên gundên wê debara xwe bi çandinî û sewalvaniyê dikin, ji ber êrîşên komên çete û talankirina wan, welatiyan nedikarin pêdiviyên xwe bicih bînin. Bi taybetî li gundên rojavayê Serêkaniyê ku demek dirêj di bin dagirkeriya çeteyan de bûn, gelek zehmetî dihatin jiyîn.
Ji ber êrîşên çeteyan sûka sewalan a El-Mawgif ku gundiyan kirîn û firotina xwe lê dikir, sûka mast û sûka zebze ev nêzî salek bû girtî bû. Lê piştî ku YPG’ê di çarçoveya pêngava 2. a “Operasyona Dilsoziya bi şehîdên Serêkaniyê re” de herêma rojavayê Serêkaniyê ji destên çeteyên DAIŞ’ê û Cebhet El-Nusra rizgar kir, welatiyên herêmê nefesek rehet girtin.
Piştî gund hatin rizgarkirin, gundiyên ku heta niha nedikarîn biçin bajêr, her wiha nedikarîn erdê xwe biçînin, êdî bi rehetî pêdiviyên xwe bicîh tînin. Şêniyên gundan li aliyekê sewalên xwe tînin sûkê, li aliyên din berhemên xwe difiroşin û pêdiviyên xwe distînin.
Bi zêdebûna hatibûn û çûna gundiyan re sûkên bajêr ji nû ve zindî bûn. Rojê bi dehan welatî tên sûkê û hewcehiyên xwe distînin.