Spiegel: DYA wê çekên nukleerî yên modern li Elmanyayê bi cih bike
Hate îdîakirin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) plan dike ku çekên xwe yên nukleerî yên plan dike ku ji nû ve modernîze bike li bargehek li Elmanya bi cih bike.
Hate îdîakirin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) plan dike ku çekên xwe yên nukleerî yên plan dike ku ji nû ve modernîze bike li bargehek li Elmanya bi cih bike.
Di nûçeya Der Spiegel de, hate îdîakirin ku Serokê DYA Barack Obama, li şûna ji binî ve tinekirina çekên xwe yên atomî tine bike, plan dike ku van çekan modernîze bike. Li gor nûçeyê jî, DYA wê çekên xwe yên nukleerî yên modernîze kirine jî li Elmayayê bi cih bike.
Di nûçeya Spiegel de, hate gotin ku heta sala 2020’an tê plankirin ku bombeya nukleerî ya bi tîpa , B61-12 bê temamkirin û li bargeha hewayî ya Buchel a li eyaleta Rheinland-Pfalz a Elmayayê bê bicihkirin. Di nav îdîayan de tê gotin ku xebatên modernîzasyonê yên li bargehê didome û bombeyên atomî jî bi jetên Tornado yên Elman tê vekirin.
Di nûçeya Spiegelê de hate ragihandin ku xebata têkîldarî çekên bombeyî ku DYA dixwaze li Elmanya bi cih bike, li Wezareta Parastinê bi navê ‘veşartî’ ye tê meşandin û mijar li her du welatan jî wek ‘sirê dewletê’ tê parastin.
Tê zanîn ku li bargeha Amerîkan a li bajarokê Buchel a Elmanyayê hê depoyên çekên atomî hene û ji bo parastina vir jî gelek leşkerên DYA’yî erkdar in.
Tê diyarkirin ku wê di nav çekên atomî de fuzeyên menzîldirêj jî hebin.
Barack Obama sala 2009’an dema dest bi wezîfeyê kir, wad kiribû ku tevahî çekên atomî yên li welatê xwe tine bike.