Siyasetmedarên Rojavayî: Rêveberiya Demî pêwîstiyeke
Siyasetmedarên Rojavayî: Rêveberiya Demî pêwîstiyeke
Siyasetmedarên Rojavayî: Rêveberiya Demî pêwîstiyeke
Siyasetmedarên Rojavayî dan xuyakirin ku bi xebatên Rêveberiya Demî ya Rojava re dê yekemcar gel û komên cuda yên li Sûriyê bi nasnameyên xwe di rêveberiyekê de bên temsîlkirin û gotin, "Hêzên ku pêwistî bi avakirina rêveberiyeke bi vî rengî nabînin, naxwazin gelê Kurd û gelên din bibin xwedî vîn."
Ji bo Rêveberiya Demî ya Rojavayê Kurdistanê, ku ev demeke amadekariyên wê tê kirin, guh gaveke din a girîng hat avêtin. Desteya Şopandin û Avakirina Rêveberiya Demî ya ji 82 nûnerên Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî, Çeçen ku ji bo avakirina rêveberiya demî hat wezîfedarkirin, hat damezrandin.
Siyasetmedarên Rojavayî ev gavên girîng ên ji bo îlana rêveberiya demî nirxandin û destnîşan kirin ku rêveberiya demî pêwistiya bûyerên li herêmê û daxwaza gel e.
Nûnerên siyasî yên Kurd diyar kirin ku yên Rêveberiya Demî naxwazin, ew hêzên ku naxwazin gelê Kurd bibe xwedî vîn in û xebatên xwe ji ANF'ê re nirxandin.
Sekreterê Partiya Demokrat Kurd-Sûriyê Cemalê Şêx Baqî da zanîn hemû pêkhateyên Rojavaya Kurdistan’ê cihê di nava Desteyê de girtine û wiha got “Rêveberiya Demî, xwedî hewesa desthilatdariyê nîne. Rewşa heye li ser me ferz dike ku rêveberiyeke hebe. Niha li Rojavayê Kurdistan civakek heye û rêveberiyê ji bo wê divê. Ev rêveberî pêwîste. Ev proje destpêkê ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji bo hemû pêkhateyên civakê hate pêşkeşkirin. Lê îro ev îrade derketiye ku, hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê wek projeya xwe dibînin. Di vê civata me ya dawî jî derket ku bi Kurd, Ereb, Suryan, Kildan, Ermen, Çeçen re ev proje ya hemû gelan e.”
BAQÎ: HEMÛ GELÊN LI ROJAVA DIJÎN TÊN TEMSÎLKIRIN
Şêx Baqî balkişand ser daxwazên gel ên ji bo rêveberiyekê û wiha gotinên domand; “Rewabûna Rêveberiya Demî ji xwesteka civakê tê, ne ji destnîşankirina hinek hêzên siyasî. Gelên herêma Rojavayê Kurdistan rewabûna vê Rêveberiya Demî diyar dikin. Îro rejîma Sûriyê li wan herêmê em qala wan dikin tineye. Lê di şûna wê de jî tiştek tineye. Ger hinek derkevin bêjin di şûna rejîmê hêzek heye, wê demê em ê bêjin Rêveberiyek wiha pêwîst nake. Yanî wan hêzên dibêjin ku pêwîst nake rêveberiyek bê avakirin naxwazin ew civak bibe xwedî îradeyek.”
Sekreterê Partiya Demokrat Kurd-Sûriyê Cemalê Şêx Baqî destnîşan kir ku ew wek partî li ser banga gelê xwe beşdarî xebatên Rêveberiya Demî bûne û wiha got “Li gorî min dibe em di vê rêveberiyê de hevbeş bin. Aliyekî bi tena xwe vê herêmê birêve bibira diviyabû me bigotina ne rewaye. Lê niha bangawaziyek heye ku dibêje em hevbeş rêveberiyekî avabikin, xizmeta gelên xwe bikin.”
Şêx Baqî da xuyakirin ku di Meclîsa ji bo avakirina rêveberiya demî de nûnerên hemû gelên li Rojava cih digirin û wiha peyivî:
“Niha hemû pêkhateyê Rojavaya Kurdistanê de bi hemû hêzên xwe cihê xwe di nava wê Rêveberiyê negirtiye, lê bi giranî nûnerê wan gelan hene. Hinek gelên Ereb bi lewazî tevlî nava rêveberiyê bûne, hêzên Kurdî yên li ser erdê bi rastî nûnertiya Kurdan dikin li vir bi temamî hebûn. Suryan, Kildan, Ermen, Çeçen nûnertiya wan bi temamî hebû. Lê wek hemû hêzên li vir amade bûne, me jî dixwest ENKS’ê bi hemû partiyên xwe li vir amade be. Lê mixabin heta niha di bin zexta hêzên devre dene û nikarin cihê li vir bigrin. Heta niha me bi dehan caran bi wan re hevdîtin kiriye, dibêjin belê, lê bes wiha be, bes wiha be yanî bes besokên wan naqedin.”
TÊLO: NE TENÊ JI BO ROJAVA JI DÎROKA SÛRIYÊ GAVEKE DESTPÊKÊ YE
Sekreterê Partiya Lîberal a Kurd li Sûriyê Ferhat Têlo jî li ser xebatên hatine meşandin wiha got:
“Niha desteyek giştî hatiye avakirin. Di nava wê meclîsê de nûnerên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û nûnerên pêkhateyên Rojavayê Kurdistan cihê tê de girtine. Ev meclîs dê roja Înê civîna xwe lidar bixe û çarçoveya karê xwe diyar bike. Em têbînî dikin em ê xebatên xwe yê sereke di 15 rojan de temam bikin û çarçoveyeke xebatê diyar bikin. Desteya Şopandin û Pêkanîna Rêveberiya Demî dê karê xwe bimeşine ku evana dikarin zemînek parlamen û rêberiyek ava bikin. Dîsan ev rojek dîrokî ku care yekê pirraniya pêkhateyên Sûriyê bi nasnamê xwe cihê digrin û nûnertiya pêkhateyên xwe dikin. Ji bo vê jî em sipasiya Meclîsa Gel a Rojavaya Kurdistan dikin. Em wek Partiya Lîberal a Kurd li Sûriyê spasiya YPG’ê dikin ku, di demek wiha de ewlehiya herêmê dikin.”
EHMED: HERÊMEK KU HUNERA PARASTINÊ NÎŞAN DA, DIVÊ VÎNA XWE YA SIYASÎ JÎ NÎŞAN BIDE
Endama Desteya Bilind Kurd Îlham Ehmed der barê avakirin desteya avakar a rêveberiya demî diyar kir ku di encama xebatên wan ên li ser biratiyan gelan û demokratîk karîbûne ku hemû pêkhateyên herêmê dibin banekî kom bikin û got “Ev civîn di nava atmosferek demokratîk de bi beşdarbûna hemû pêkhateyên Rojavaya Kurdistan hate lidarxistin. Berî niha bi taybet ji bo kes ji Rêveberiya Demî bêpar nemîne hewldanên cidî hebûn. Niha ev herêmên di aliyê ewlehî de, xizmete rêveberiya xwe dike, diviyabû di aliyê siyasî de jî nûnerê xwe derxistana. Di civîna me ji hemû pêkhateya nûner xwe pêşniyar kirin û di nava Desteya Avakar a Rêveberiya Demî cihê xwe girtin. Pêştî xebatên Desteya Avakar a Rêveberiya Demî serbikeve dê herêmên Efrîn û Kobanê jî cihê xwe di nava Meclîsê bigre.”