Siyasetmedarên Kurd ên Îranê darve kir, li Fînlandiyayê hatin bîranîn
Siyasetmedarên Kurd ên Îranê darve kir, li Fînlandiyayê hatin bîranîn
Siyasetmedarên Kurd ên Îranê darve kir, li Fînlandiyayê hatin bîranîn
Girtiyên siyasî yên Kurd Hebîbûllah Gulperîpûr, Reza Mamedî û Şêrko Maarfî yên ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin, li bajarê Turku yê Fînlandiyayê bi merasîmekê hatin bîranîn.
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi armanca bîranîna girtiyên siyasî yên Kurd Hebîbûllah Gullperîpûr, Reza Mamedî û Şêrko Maarfî yên ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve hatin darvekirin, li bajarê Turku yê Fînlandiyayê merasîmek lidar xist.
Merasîm li salona çandê ya Turku bi deqeyek rêzgirtin û xwendina sirûda "Ey Reqîp" destpê kir. Yek ji rêveberên PJAK'ê yê Ewropayê Ehwen Chiyako li merasîmê axivî û diyar kir ku rejÎma Îranê berevajî pêkanîna demokrasiyê hewl dide bi siyaseteke nerm tundî û dijwariya xwe ji cîhana derve re veşêre.
Chiyako da xuyakirin ku Îran ji destketiyên gelê Kurd ên li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê ditirse û ji xwe ji serhildana gelê li Rojhilatê Kurdistanê vedigire. Chiyako destnîşan kir ku PJAK dê bi pêkanîna azadiyê ji bo gelê Kurd û Kurdistanê, tola şehîdên xwe hilîne.
Endamê KNK'ê mamoste Cafer Karîmî jî li merasîmê peyivî û xwest, her kes xwedî li têkoşîna cangoriyên Kurdistanê derkeve.
Di merasîmê de her wiha hunermend Reşîd Feyzînejad, Seîd, Kemal, Abdullah Hacî, Ruf û Azîz Nehlî helbest û berhemên xwe pêşkêş kirin.