Sixurî teklîfî cîgirê serokê navçeyê yê DBP’ê kirin

Sixurî teklîfî cîgirê serokê navçeyê yê DBP’ê kirin

Cîgirê Serokê DBP’ê yê Ebexê Faruk Tirak diyar kir kesekî ku bi rêya telefonê lê geriyayê ew tehdît kiriye û sixûrî teklîfî wî kiriye.

Welatiyê bi navê Faruk Tirak ê Cîgirê Serokê Navçeya Ebexê ya DBP’ê ye anî ziman ku gef lê hatiye xwarin û sîxurê teklîfî wî kirine. Tirak ê daxuyaniyeke çapemeniyê da got ku roja Çarşemê saet nêzî 07.00’an kesek bi rêya telefonê lê geriyaye jêre gotiye ku navê wî komîser Hakan e.

Tirak da xuyakirin ku tê xwestin bi teklîfa sîxurtiyê û gefan were bêdengkirin û got, “Wê qet vê bi ser nexin. Eger  tiştek bi min were, kesê bi telefonê li min geriyaye, yê gotiye navê min komîser Hakan e berpirsiyar e. Der barê vî kesî de ez ê li dozgeriyê gilî bikim.”