Di daxuyaniya Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF) de hat ragihandin, balafirên şer bombe li Saada ya di bin kontrola milîsên Hûsî yên Şîa de ye, barandiye. Hat gotin, di vê êrîşê de bi dehan zarok hedef hatine girtin û ji van zarokan 10 jê jiyana xwe ji dest dane, 28 jî birîndar bûne.
Milîsên Hûsî jî da xuyakirin ku bomberdûman ji aliyê balafirên şer ên Erebîstana Siûdî ve hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, balafirên Siûdî, duh bombe li paytext Sanaa ya di destê Hûsiyan de ye, barandine.
Bi pêşengiya Erebîstana Siûdî, welatên Kendavê bi bahaneya milîsên Hûsî yên Şîa ji Adara 2015'an û vir ve êrîşên hewayî dikin. Ji ber van êrîşan bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane, bi sedan ji van zarok in.