Sirri Sureyya Onder ji nû ve di heyetê de ye
Sirri Sureyya Onder ji nû ve di heyetê de ye
Sirri Sureyya Onder ji nû ve di heyetê de ye
Cîgirên Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan, Îdrîs Balûken û Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder dê dawiya vê hefteyê biçin Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.
Cîgirên Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan, Îdrîs Balûken û Alîkarê Hevserokên HDP'ê yê ji Pêvajoya Muzakere û Çareseriyê Berpirsyar Sirri Sureyya Onder, dê dawiya vê hefteyê biçin Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.
Bûldan agahî da ANF'ê û diyar kir ku hevdîtin dê bi îhtimaleke mezin dawiya vê hefteyê pêk were û got, "Di heyeta me de ji bilî min, Birêz Onder û Birêz Balûken dê cih bigirin."
Parlamenter Sirri Sureyya Onder, li dû berxwedana Gezî ji heyetê hatibû derxistin.
Onder beriya demeke kurt, wezîfeya Alîkarê Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ji Muzakere û Pêvajoya Çareseriyê girtibû ser milê xwe.