Şervanên MLKP’ê şehîdên Mijdarê bibîr anîn

Şervanên MLKP’ê şehîdên Mijdarê bibîr anîn

Şervanên MLKP’ê yên li Kobanê şer dikin, şehîdên meha Mijdarê bibîr anîn.

Şervanên MLKP’ê yên bi şervanên YPG/YPJ’ê re li Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞ di nav berxwedanê de cih digirin, civîneke bîranîna şehîdên Mijdarê li dar xistin. Di bîranîna ku bi rêzgirtinê destpê kir, şervanên MLKP’ê Eylem Denîz û Seydo Azad axivîn. Şervanên MLKP’ê di axaftinên xwe de gotin, "Îro bîranîna şehîdan tê wateya mirov di çeperên ku Serkan û Paramaz têde xwîn rijandine cih bigire. Îro bîranîna şehîdan tê wateya şewitandina bîryargehên dijmin in ên Yasemîn berê xwe dabû wan. Îro wezîfeya şervanên MLKP’ê ev e ku li hemberî DAIŞ’a ku emperyalîzm vê xwedî dike şer bikin.”

Di bîranînê axaftvanan bal kişand ser bîryardariya şervana YPJ’ê Arîn Mîrxan a li Kobanê li hember çeteyên DAIŞ çalakiya fedayî pêk anî  û Kader Ortakaya ya “her tiştên xwe li pey xwe hişt û tevlî berxwedanê bû”. Di axaftinan de wiha hat gotin, "Duh li Sovyetan li Moskowa partîzanên li hember faşîzmê çi bûn; Îro li Kobanê MLKP’ya li hember DAIŞ şer dike ev e. Duh li Îspanyayê tabûrên enternasyonal ên li kolanên Madrîdê li hember faşîzmê hatin avakirin çi bûn, MLKP’ya îro li hemberî DAIŞ’ê şer dike ew e. Rêya me rêya şêhîdan e, rêya me rêya şoreş e.”