Şervanê YPG’ê Yaşa ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin

Şervanê YPG’ê Yaşa ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin

Şervanê YPG’ê Okan Yaşa (Şervan Azad) ê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, li navçeya Karaz a Amedê ji aliyê hezaran kesî ve hat defnkirin.

Cenazeyê şervanê YPG’ê Okan Yaşa (Şervan Azad) ê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, di sînor re hat derbas kirin, ji bo otopsiyê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Riha û li wir jî radestî malbatê hat kirin.  Malbatê cenazeyê zarokên xwe anîn gundê Arbaş ê girêdayî navçeya Karaz a Amedê. Di rêwîtiya dawî ya Yaşa de Hevseroka MEYA-DER Leyla Ayaz, Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Amedê Hafîze Îpek, Hevşaredarê Licê Harun Erkuş, Hevşaredarê Karaz Affullah Kar jî di nav de bi hezaran kes amade bûn.

Tabûta Yaşa ya bi girseyî destpêkê birin ber mala Yaşa. Li vir deqeyek rêzgirtin pêk hat û piştî sirûda Çerxa Şoreşê, cenazeyê Yaşa li ser milan birin goristana gund.

Di meşê de dirûşmên, "Wê Kurdistan ji DAIŞ re bibe goristan”, ''Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî berxwedana YPG'ê" hatin gotin. Piştî girse gihişt goristanê, wecîbeyên olî hatin bicihanîn û cenazeyê Yaşa bi duayan spartin axê.

Hevseroka MEYA-DER Leyla Ayaz a li goristanê axivî, bal kişand ser berxwedana ku ev 73 roj in didome û got, ''Me di vê berxwedanê de bi sedan şehîd dan. Dema berxwedana Kobanê destpê kir, ciwanên me gotin ku wê heta dilopa dawî ya xwîna şer bikin. Tevî gotinên dewletê yên, ‘Wê Kobanê bikeve, ket’ jî Kobanê neket. Heta ev berxwedan hebe nakeve.”

Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Amedê Hafîze Îpek jî got, "Em li hember kesên di rêyeke bi namûs, bi şeref û serbilind şehîd dikevin bejna xwe ditewînin.” Îpek sersazî ji malbata Yaşa û gelê Kurd re xwest.  

Apê şervanê YPG’ê Şerîf Yaşa jî got, "Me ji bo azadiya Kurdistanê şehîd dan.”

Piştî merasîma li goristanê, girse derbasî cihê teziyeyê yê Malaşînê ya Hevedan a li Amedê bû.