Serokê Parlamentoya Kurdistanê PKK pîroz kir

Serokê Parlamentoya Kurdistanê PKK pîroz kir

Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Yûsif Mihemed bi minasebeta 36. salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) peyameke pîrozbahiyê weşand. Yûsif Mihemed bi vê armancê peyamek pêşkêşî hevserokên Konseya Rêveber a KCK’ê kir.

Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Yûsif Mihemed bi minasebeta salvegera damezirandina PKK’ê, nameyek pêşkêşî Hevserokatiya KCK’ê kir û salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir.

Yûsif Mihemed hêvî xwest ku sala bê ev salveger di rewşeke cuda de were pîrozkirin ku aştî li Tirkiyeyê peyda bibe û gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê bigihe mafên xwe yên rewa.

Ev cara yekemîn e Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî damezirandina PKK’ê pîroz dike.

Metna peyama hatiye weşandin wiha ye:

"Bi minasebeta 36. salvegera damezirandina PKK’ê, ez pîrozbahiyên herî germ pêşkêşî we, endam û alîgirên partiya we ya têkoşer û gelê me yê li Bakurê Kurdistanê dikim.

Hêvîdar im ku sala bê ev pîrozbahî di rewşekî cuda de were kirin ku pêvajoya aştiyê li Tirkiyê bi encam bibe. Her wiha gelê Kurd li wê beşa Kurdistanê bigihe mafên xwe yên rewa û pê kêfxweş bibin. Her wiha Birêz Abdullah Ocalan azad bibe û bi serfirazî vegere di nava gelê xwe yê xebatkar de.

Dubare pîrozbahiyê li salvegera damezirandina PKK’ê dikim.

Dr. Yûsif Mihemed Sadiq

Serokê Parlamentoya Kurdistanê."