Serokê Dûma Narişkîn: YE zextan dike

Serokê Dûma Narişkîn: YE zextan dike

Serokê Dûma ya Parlamentoya Rûsya Sergey Narişkî got ku, wê Yekîtiya aborî ya Avrasya berfireh bibe.

Serokê Dûma ya Parlamentoya Rûsya Sergey Narişkîn li paytexta Kazakistan Astana bi Serokê Senatoyê Kasim Comert re hat gel hev. Di hevdîtinê de Yekîtiya Aborî ya Avrasya hat destgirtin. Narişkî da xuyakirin ku ji bo Yekîtiya Aborî ya Avrasya ku di 1'ê Çileya 2015’an  de wê bi fermî bikeve meriyetê rastî eleqeyeke zêde ya welatan tê. Narişkî her wiha destnîşan kir ku hin welat ji ber zextên Yekîtiya Ewropa ditirsin bikevin Yekîtiya Aborî ya Avrasya.

Serokê Senatoya Kazakistan Kasim Comert Tokayev got ku Yekîtiya Aborî ya Avrasya ne tenê ji bo pêwendiyên dualî di aliyê polîtîkaya gerdûnî de girîng e. Tokayev diyar kir ku Entegrasyona li Avrasya ji bo pirsgirêkên aborî yên gerdûnî û dîsa ji bo pêşdeçûnên cîhana modern bersiveke.