Serêkaniyê piştî salekê ji nû ve tê avakirin

Serêkaniyê piştî salekê ji nû ve tê avakirin

Bajarê Serêkaniyê ku di 8'ê Mijdara sala 2012'an de rastî êrîşên komên çete hatibû, di salvegera dagirkirina çeteyan de, piştî berxwedanek bêhempa bi temamî hate rizgarkirin. Niha li bajêr jiyana wekhev û azad ku bingeha wê deh hezar sal berê hatibû avêtin, ji nû ve tê avakirin. 

Bajarê Serêkaniyê ku yek ji wargehên yekemîn ên mirovahiyê ye û wekî Waşokanî tê zanîn, di dîrokê de malovanî ji gelek şaristaniyan re kiriye, her wiha paytextiya Mîtaniyan kiriye. Lê ji ber cihê xwe yê stratejîk her dem jî rastî êrîşan hatiye. Lê bi hêza xwe ya ku ji jiyana hevbeş digire, hemû êrîş vala derxistine. Herî dawiyê piştî dagirkeriya dehan salan a rejîma Baas û polîtîkaya kembera erebî, bi destpêkirina şoreşa gel re, pêkhateyên bajar jî hêzên rejîmê ji bajar derxistin û dest bi avakirina rêveberiya xwe kirin. Lê vê carê jî komên çete yên ku hêza xwe ji derve digirin êrîş pêk anîn. Ev êrîşên ku di 8'ê Mijdara 2012'an destpê kirin, salek li pey xwe hiştin. Lê di yekemîn salvegera dagirkeriyê de şêniyên bajar serî netewandin û bajarê xwe paqij kirin.  

Di roja 8’ê Mijdara 2012’an de komên çete êrîşî bajarê Serêkaniyê kirin. Van çeteyên ku nêzî 1000 hezar kesî bûn navên wekî Xureba El-Şam, Cebhet El-Nusra, Ehfad El-Resûl, Ehrar Xiwêran,tabûra Mişeel Temo li xwe kiribûn. Her wiha gelek komên ku ji erebên Tûnis, Cezair û Lîbiya... pêk dihatin jî hebûn. Ev çeteyên hanê bi hinceta ku rejîm li bajar de ye, di deriyê sînor ê Bakur û Rojavayê Kurdistanê re bi alîkariya Tirkiyê derbasî bajar bûn. 

Di destpêkê de van komên çete li hemberî bendeke kontrolê ya rêjîmê li bajarokê Til Xelef ku ji 10 leşkeran pêk dihat şer kirin. Piştre çeteyan berê xwe dan navenda Asayîşa rêjîmê û navenda ewlekariyê û dest danî ser van navendan. Piştî ku çete li Taxa El-Mehete ya bajarê Serêkaniyê belav bûn, dest bi koçberkirina welatiyan kirin. Gelek welatî neçar kirin ku biçin Bakurê Kurdistanê. Dewleta Tirk jî ji bo welatî bajarê xwe berdin beriya vê bi rojekê têlên li ser sînor rakirin û mayînên li ser sînor hilkirin. Her wiha kampeke ji konan li navçeya Riha Serêkaniyê (Serxet) da çêkirin.

Li bajêr hebûna rejîmê nebû, bi tenê 50 leşkerî li navendên ewlekariya leşkerî, siyasî û navenda birina leşkeriyê hebûn. Di navbera van leşkeran û komên çekdar de di 9’ê Mijdara 2012’an de pevçûn derketin û piştî 2 rojan leşkerên rêjîmê xwe radestî çeteyan kirin. Di roja din de dîmenên kuştina leşkeran li ser malperên înternetê hatin belavkirin. Hat gotin ku 29 leşkerên rêjîmê li goristana Serêkaniyê bi komî hatin binaxkirin.

Di 12’ê Mijdara 2012’an de balafirên rêjîmê cara yekê malên Kurdan li Taxa El-Mehetê bombebaran kirin û  di encamê de hejmarek ji welatiyan jiyana xwe ji dest dan û gelek birîndar bûn. Her wiha bi dehan xanî hatin hilweşandin. Di heman rojê de  balafiran malek li Taxa El-Hewarna ya bajêr bombebaran kir ku hejmarekî ji çeteyan têde bûn li gel wan jî hejmarek ji welatiyan ku nêzî wê malê bûn jiyana xwe ji dest dan. Careke din balafirên şer Taxa El-Meheta û kolana nexweşxaneya El-Wetenî bombebaran kirin.

ÊRÎŞÊN LI DIJÎ KURDAN DESTPÊ KIRIN

Roja 19’ê Mijdara 2012’an komên çete ku heta wê demê îdîa dikirin ew li dijî kurdan nîn in, vê carê êrîşî ser gelê kurd û hêzên parastina wan kirin. Dema rojnamevan û Serokê Meclîsa Gel a bajarê Serêkaniyê Abid Xelîl amadekariya tevlîbûna meşa ku Desteya Bilind a Kurd di bin navê ‘Vegera welat’ de dê lidar bixistiba dikirin, rastî êrîşên çeteyan hat û hate qetilkirin. 

Li ser vê yekê di navbera çeteyan û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de pevçûn derketin. Di encama pevçûnan de şervanên YPG’ê Silêman Mihemed Sîno yê 19 salî û Ehmed Sîno Qewas yê 28 salî jiyana xwe ji dest dan, çalakvanê bi navê Selah Eyo Şêxo, endamê asayîşê Xalid Omer Hemo ku dema ji bo rawestandina pevçûnan hevdîtin pêk di anîn ji aliyê çeteyan ve hatibûn girtin jî, bi awayekî hovane hatin qetilkirin.

BERXWEDAN RANEWESTIYA

Çeteyan bi çekên giran û hemû şêwazên qirêj êrîşên li hemberî bajar didomandin, lê welatiyên Serêkaniyê jî li gel YPG'ê berxwedana xwe bilind kirin. Di 16'ê Çileya 2013'an de komên çekdar ên bi navê Ehrar El-Xwêran, Xureba El Şam, Tabura El Faruk û Ehfad El Resul ên girêdayî kesê bi navê Newaf El Beşîr êrîşî welatiyan kirin. Hêzên YPG'ê jî bersiv da û parastina gel kir. 

Piştî berxwedana YPG'ê û têkçûna çeteyan hevdîtin hatin kirin û di encama hevdîtinan de meclîsek hevbeş a ji hemû pêkhateyên bajar pêk tê hate avakirin. Lê di demeke ku aramî hebû û hêzên YPG'ê hewl dida ku herêma Girzîro ji rejîmê bigire de, van komên çete careke din êrîşî Serêkaniyê kirin.

Li hemberî êrîşa çeteyan YPG'ê berxwedanek gelekî mezin nîşan da û ev berxwedan 15 rojan dom kir. Di encama berxwedanê de gelek taxên bajar hatin bidestxistin û komên çete tenê di taxa Mehetê de man. Di encama van şeran de jî peymanek herêmî hate çêkirin. 

PÊNGAVA RIZGARKIRINÊ

Di 16'ê Tîrmeha 2013'an de vê carê komên DAIŞ/Cephet El-Nusra endamekî YPG'ê girtin. Li ser vê yekê pevçûn derketin. Ev pevçûn di heman demê de pêngava bi temamî rizgarkirina Serêkaniyê bû. Di encama operasyona ku YPG'ê bi awayekî berfireh daye destpêkirin de, bajar di sibeha 17'ê Tîrmehê de bi temamî ji çeteyan hate rizgarkirin. 
Di 14'ê Îlonê de komên çete vê carê êrîşî gundê Elok ê li rojhilatê bajêr kirin û rêya Serêkaniyê-Dirbêsiyê girtin. Li ser vê yekê YPG'ê gund dorpêç kir û piştî 4 rojan gund rizgar kir. Di 1'ê Mijdarê de jî hêzên YPG'ê "Operasyona Şoreşgerî ya Dilsoziya bi Şehîdên Serêkaniyê re" da destpêkirin û 19 gundên herêma Serêkaniyê rizgarkirin. Di çarçoveya operasyonê de di 5'ê mijdarê de bajarokê Til Xelef ku yek ji wargehên yekemîn ên mirovahiyê ye bi temamî hate rizgarkirin. Her wiha bajarokê Menacîr û hemû gundên Serêkaniyê hatin rizgarkirin. 

Di yekemîn salvegera êrîşên çeteyan ên li ser bajar de, hemû komên êrîşkar ji bajar û derdora wê hatin derxistin. Piştî paqijkirina ji çeteyan û desthilatdariya dehan salan a rejîmê, niha li Serêkaniyê ku jiyana wekhevî û azad ku nêzî deh hezar sal berê bingeha wê li heman cihî hatibû avêtin, ji nûve tê avakirin. 
Li bajar di warê parastin, siyasî, aborî, perwerde û civakî de meclîs û komîte hatine avakirin û pirsgirêkên bajar tên çareserkirin.