Şeredariya Soderhamnê bertek nîşanî dîwarê şermê da, piştgirî da Gokhanê

Şeredariya Soderhamnê bertek nîşanî dîwarê şermê da, piştgirî da Gokhanê

Şaredariya bajarê Swidê Soderhamnê bertek nîşanî dîwarê şermê yê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve li ser sinorê Nisêbîn-Qamişloyê tê lêkirin da, bi nameyekê piştigirî da berxwedana Serokê şaredariya Nisêbînê Ayşê Gokhan ya ji bo şermezar kirina dîwar ketî rojiya mirinê.

Li Swêdê rojnameya herî mezin a binavê Aftonbldet mijara dîwarê şermê gotarekê xist rojev, di nameyê de cih dide van vegotinan: “Tişta ku ji destê me tê emê bidin têkoşîna we ya ji bo azadî, aştî, mirovî û edaletê.”  

Di nameya bi îmzeya serokê duyem ye Meclisa Soderhamnê ya Partiya Karkerên Demokartên Sosyal Katarina Hedberg endamê Meclisa Şeredariyê yên Partiya Çep Mats Lindstrom û ji Partiya Keskan û Derdorparêz Markus Heggstrom di rojnameya Aftonbladet de derket.

Di roja Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan hatî bi navê “Çima Recep Erdogan dîwar lê dike” gotar hat weşandin. Di gotarê de minaka desthidariya AKP’ê wê 900 km sinorê Tirkiyê û Sûriyê dîwar bike têdayîn pişt re wiha tê vegotin kirin; “ Li rexmê ku dîwar li Nisêbînê hat çêkirin jî agahî nedan Serokê Şaredariya Nisêbînê Gokhanê. Gokhan ji bo protestokirina dîwar bi rojane di rojiya mirinê de ye. Dîwarê 2 metre bilind yê li ser têl hatî danîn ji aliyê gel ve tê protesto kirin. Ji aliyê gel ve dîwarê ji bo têkiliyên di nav bera Kurdên Sûriyê û Tirkiyê de bên birîn tê lêkirin çalekiyên protestoyî dikin. Tirkiye mafê bingehîn yê 20 milyon Kurd înkar dike. Kurdên li Sûriyê ji bi destkeftiyên demokartîk û azadiyê, Tirkiyê di tirsî ne ku îlhamê bide Kurdên li Tirkiyê.”