Serdegirtina şehîdgehê hate protestokirin

Serdegirtina şehîdgehê hate protestokirin

Li navçeya Gimgimê êrîşa leşker û polîsan a li dijî "Goristana Şehîd Îsmaîl” a ku nû tê çêkirin bi meşekê hate şermezarkirin.

Li navçeya Gimgimê ya Mûşê polîs û leşkerên li dijî “Goristana Şehîd Îsmaîl” a nû tê çêkirin êrîş pêk anîn welatiya bi meşa bi pêşengiya HDP’ê hat lidarxistin êrîş şermezar kirin. Bi sedan kesên li ber avahiya HDP’ê kom bûn dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” heta Pasaja Şaredariyê meşiyan.

Piştî meşê rêveberê HDP’ê ya Mûşê Mustafa Dogan axivî û diyar kir ku polîs û leşkeran serê sibehê bi ser goristana gerîlayên de girtine, ew vê helwestê şermezar dikin. Dogan anî ziman ku nêzîkatiyên hêzên dewletê yên bi vî rengî zerarê dide pêvajoya çareseriyê û divê dev ji vê nêzîkatiyê berdin.

Piştî axaftinê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin û piştre jî gel careke din heta avahiya HDP’ê meşiya û çalakî bi dawî