Sazî û rêxistinên Rojava êrîşa Kobanê bi tundî şermezar kirin

Sazî û rêxistinên Rojava êrîşa Kobanê bi tundî şermezar kirin

Rêxistin û saziyên civakî û siyasî yên Rojava êrîşa bombeyî ya li dijî navenda Heyva Sor a Kobanê ku di encamê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan û 28 kes birîndar bûn, şermezar kirin.

Rêxistina Jin a Rojava Yekîtiya Star, Konferdresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz, Partiya Lîbral a Kurdistanê, Pariya Çep a Kurd li Sûriyê, Komîteya Ewlekariyê ya Desteya Bilind a herêma Efrînê, Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Efrînê, Endamên navenda çand û Hunerê ya Hûrî ya Amûdê, Rêxistina Kar û Barê Xwendekaran a Rojava, şaxa Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Kobanê, Rêxistina li dijî tundiya li dijî jinan Sara, Kombûna Bijîşkên Kurd li Awistryayê, Rêxistin û Saziyên Civakî yên Sivîl, Şaxên Heyva Sor a Kurd ên bajarên Girkê Legê, Rimêlan û Amûdê êrîşa Amûd bi armanca şermezarkirina êrîşa Kobanê daxuyaniyên nivîskî weşandin.  

Di daxuyaniyan de êrîş li dijî exlaqên mirovî hate binavkirin û êrîş bi tundî hate şermezarkirin. Di daxuyaniyan de ser saxî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane hate xwestin û şîfa ji birîndaran re hate xwestin.

Di daxuyaniyan de hêzên ku piştgiriya komên çete dikin wek berpirsyarên êrîşan hatin binavkirin û banga yekîtiyê li gelê kurd hate kirin.