Sariyildiz: Tevgera kurd tevgereke mezin a demokrasiyê ye
Sariyildiz: Tevgera kurd tevgereke mezin a demokrasiyê ye
Sariyildiz: Tevgera kurd tevgereke mezin a demokrasiyê ye
Doza “KCK”ê ya Şirnexê, ku Parlamenterê Şirnexê yê BDP’ê Faysal Sariyildiz jî di nav de 6 jê girtî 12 kes lê tên dadgehkirin, îro berdewam kir. Di rûniştina dozê de Sariyildiz got, "Tevgerên demokrasî û azadiyê tevgerên îdîayên mezin û veguhertinên mezin in. Tevgera kurd di vê mijarê de xwe îspat kiriye. Ji bo vî welatî tevgereke mezin a demokrasiyê ye.”
Di doza “KCK”ê ya Şirnexê de, ku 41 girtî 55 siyasetmedarên kurd tên darizandin, di rûniştina 3’ê Çileyê de di nav de Parlamenterê Şirnexê yê BDP’ê Faysal Sariyildiz jî heye dosyaya 12 kesan hatibû cudakirin. Doza ku 6 jê girtî 12 kes tên dadgehkirin li 6. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dewam kir. Di rûniştina dozê de di nav wan de Sariyildiz jî ku hebû 3 girtî beşdar bûn. 2 girtî jî bi sîstema dîtbarî û deng beşdar bûn. Li gel Parlamentera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, gelek parêzer û xizmên girtiyan jî di rûniştina dozê de amade bûn.
‘LI SER NAVÊ DEMOKRASIYÊ KARESAT E’
Wekîlê girtî Sariyildiz ê mafê axaftinê wergirt got ku bi operasyoneke siyasî re rûbirû ne û ji aliyê desthilatdariyê ve senaryoyeke ku biryara wê hatiye stendin heye û ev senaryo bi destê saziya darazê ve tê meşandin. Sariyildiz wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tevgerên demokrasî û azadiyê tevgerên îdîayên mezin û veguhertinên mezin in. Tevgera kurd di vê mijarê de xwe îspat kiriye. Ji bo vî welatî tevgereke mezin a demokrasiyê ye. Ya wê desthilatdarî wê fêm bike û pêşiya siyaseta demokratîk veke yan jî eger bigire dê ev tevgera siyasî û demokratîk bi rêbazên cuda têkoşîna xwe dewam bike.”
Girtiyên din ên piştî Sariyildiz axivîn dan diyarkirin ku 5 sal in girtî ne û di dema derbasbûyî de ya xwestine bêjin gotine.”
‘DIVÊ HEYETA DADGEHÊ DAWÎ LI BÊHUQÛQIYÊ BÎNE”
Paşê parêzer Meral Daniş Beştaş got ku di vê dozê de bêhuqûqiyek heye divê demildest heyeta dadgehê dawî li vê bêhuqûqiyê bîne.
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê piştî Beştaş axivî diyar kir, ku dema girtîmayîna ev qasî dirêj li dijî qanûnên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME), destûra bingehîn û huqûqê ye.
Heyeta dadgehê doz taloqî 7’ê Çile sala 2014’an kir.