Şaredariya Wanê destê alîkariyê dirêjî mexdûrên erdhêjê kir

Şaredariya Wanê destê alîkariyê dirêjî mexdûrên erdhêjê kir

Şaredariya Wanê dê ji bo 120 malbatên ku li konteyneran dimîn ku Waliyê Wanê dixwaze ji cihê wan darbixwe, ketîn girevê û di rewşek xirab de jiyan dikin re heya çareserî ji wan re tên dîtin alîkariya tiştên zivistanê pêşkêş bike.

Serokê Şaredariya Wanê Bekir Kaya piştî bi 3 bajarê konteyneran ên mexdûrêm erdhêjê re hevdîtin kir û şunde, Meclisa Şaredariya Wanê li hev kombûn pirsgirêkên mexdûrêm erdhêjan nîşan kirin. Endamên Meclisa Şaredariya BDP’ê ji bo alîkariya mirovî xebat dan destpêkirin. Pêşniyarnemeyek ji bo karên bikin pêşkêşî Meclisê kirin. Ji berî ku zivistan bê divê pirsgirêkên 120 malbatan bên çareserkirin, ji ber vê yekê Şaredariya Wanê bi derfêtên xwe wê alîkariyê pêşkêşî mexdûrên erdhêjzê bike û ji bo çareserkirina pirsgirêkê pêşnîyarnameyek pêş kêşî meclisê kirin lê rastî îtiraza vekîlên AKP’ê hatin.

Wekîla Serokê Meclisê Cahît Bozbay pêşniyarneme xist rojev, ji ber vê yekê  bo serdemê gengeşeye dinava endamên Meclisê yên BDP’ê û AKP’ê de. Endamên Meclisê yên AKP’ê, di daxwazin van mirovan wek alet bi karbîne û hat gotin ku pêşniyara Walî ji ne hatiye pejirandin û BDP’ê bertek nîşanî yên li dijî  pêşniyarnameyê derketîn dan.

Endamên  BDP’ê jî dan diyar kirin ku divê bê ku cûdaxazî bikeve nava partiyan de alîkarî ji bo mexdûrên erdhêjan bê kirin. Li bajarê Konteyneran dramên mirovî tên jiyan kirin. Ceryan tê birîn, wijdar birînar dibin, pêkhatinekî bi êş pêk tê. Hat destnişan kirin ku yên kunotan çêdike ne şaredariye, berpirsyartî hikûmete. Endamên Meclisa BDP’ê dan diyar kirin ku kunotên TOKI wek bêberdêl dayîn dan nîşan kirin lêbelê berdêla wê ji gel birîn û bi bîrxist ku 20 salan dengdar kirîne.

 Cigirê Serokê şaredariyê Abdurrahman Dogar da diyar kirin ku, wan di nav alîkariyê de katalitik soba, mekîneya cil şûştinê û ji bo mirov banyuyê bike banyûyên amade hatin e pejirandin û Dogar wiha got: “ Endamên AKP’ê dibêjin em ji bo vê yekê komîsyonê avabikîn, lê bele ev kar ji komîsyon avakirinê bûrî ye. Alîkariyekî lezgîn pêwîste. Rexmê gelek rêxistinên siyasî û dînamîkên bajêr bûn nêvbeykar jî, biryara walî dayî jê nevegeriya. Biryara Walî ya şaş di zarok  di werzê zivistanê de sar kirin. Bi nexweşiyê re rû bi rû hişt. Em wan  bi tenê nahêlin. Em berxwedan û têkoşîna wan destek dikîn. AKP çawan hinek çeteyan piştgirî û alîkariyê bi wan re dike, em jî mirovên xwe piştgirî dikîn û êşên wan parve dikîn.”

 Piştî nîqaşan pêşniyarneme bi dengê herdû partiyan hat perjirandin. Biryara ku hatî girtin wê Şaredariya Wanê bi lezgîn alîkariyê pêşkêşî 120 malbatên li 3 konteyneran bike.