Şaredara Nisêbînê Gokkah ji nexweşxaneyê derket
Şaredara Nisêbînê Gokkah ji nexweşxaneyê derket
Şaredara Nisêbînê Gokkah ji nexweşxaneyê derket
Şaredara Nisêbînê ji bo rawestandina “dîwarê şermê” yê ku li ser sinorê Nisêbîn-Qamişlo dihate çêkirin dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribû, di roja 9’mîn de rakiribûn nexweşxaneyê. Gokkan ji nexweşxaneyê derxistin.
Şaredara navçeya Nisêbînê Ayşe Gokkan ku ji bo rawestandina “dîwarê şermê” yê di navbera navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê û Qamişloya Rojavayê Kurdistanê de dihate avakirin, 9 rojan çalakiya rojiya mirinê dabû destpêkirin. Di roja 9’mîn de Gokkanê dawî li çalakiya xwe anî û piştî ew rakirin nexweşxaneyê îro ji nexweşxaneyê derket.
Şaredar Gokkan dema ku ji nexweşxaneyê derket li baxçeyê nexweşxaneyê di nav de rêveberên BDP’ê jî heyî gelek welatiyan Gokkan bi çepikan pêşwazî kir. Di derketina nexweşxaneyê de Hevserokê Rêxistina BDP’a Nisêbînê Ebdulbarî Eren daxuyaniyek da û da diyarkirin ku, bi dirêjahiya 9 rojan Gokkanê li dijî “dîwarê şermê” li Nisêbînê berxwedanekî dîrokî nîşandaye. Eren got: “Li Kurdistanê, li Cîhanê, li Tirkiye û Nisêbînê 10 rojan li dijî dîwarê şermê berxwedanekî mezin hate nîşandan. Em li vir careke din bang li hikumetê dikîn. Pirsgirêk bi danîna mayîn, raçandina têl û avakirina dîwaran çareser nabe. Pêwîstî bi têkiliyên dostane û mirovane heye. Gelê Kurd beriya sed salan hate çar perçe kirin, em hêvî dikin ku hikumeta AKP’ê careke din nakeve wê xeletiyê ku dîwar di navbera gelê Kurd de ava bike.”
Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkanê jî kesên piştgiriya wê kirine û gel pîroz kir. Gokkan got, dîwarên ku bi sedsalanin di navbera gelan de hatine avakirin, careke din avakirina wan nemumkune. Gokkan da diyarkirin ku, “Ez silavan li tevgera jin, gelê Kurd û hemû gelên Tirkiyeyê dikim. Ev hîs îro hêj mezintir bûne. Careke din hate fêmkirin ku, Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Kurdistanê yeke.”
Piştî axaftinan Gokkan bi sloganên “Jin, jiyan, azadî” ji nexweşxaneyê veqetiya. Gokkana ku hate diyarkirin rewşa wê başe, bi serûman vîtamîn û quweta pêwîst ya bedenê danê û ya mayî jî dê li malê berdewam bikin.