Şandeya PYD'ê çû serdana çalakvanên gireva birçîbûnê
Şandeya PYD'ê çû serdana çalakvanên gireva birçîbûnê
Şandeya PYD'ê çû serdana çalakvanên gireva birçîbûnê
Şandeya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Silêmaniyê çû serdana konê greva birçîbûnê ku li dijî darvekirina siyasetmedarên kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê hatiye vedan.
Li dijî kiryarên hovane û darvekirina siyasetmedarên kurd ên ku rejîma Îranê li Rojhilatê Kuridstanê pêk tîne, komek çalakvanên Kurd li bajarê Silêmaniyê kon veda û çalakiya greva birçîbûnê daye destpêkirin. Konê ku çend roj beriya niha hatiye vedan ji aliyê şandeyek PYD'ê ve hate ziyaret kirin.
Di serdanê de li ser navê şandeyê Mihemed Reşo axivî û kiryarên hovane yên rejîma Îranê şermezar kirin. Reşo da zanîn ku rejîmên desthilatdar li hemberî vîna azadiya gelan bêçare mane, lewre dest bi kiryarên hovane yên derveyî exlaqê mirovahiyê dikin.
Ji çalakvanan Yasir Gulî jî spasiya şandeya PYD'ê kir û diyar kir ku serkeftina şoreşa Rojavayê Kurdistanê dê bibe serkeftina şoreşa tevahiya Kurdistanê.
Çav li rêye ku çalakî îro bi xwepêşandaneke girseyî bidawî bibe.