Salvegera PKK’ê li Şengalê hate pîrozkirin
Salvegera PKK’ê li Şengalê hate pîrozkirin
Salvegera PKK’ê li Şengalê hate pîrozkirin

Salvegera 36’emîn li Şengalê hate pîrozkirin. Rêveberên TEVDA, Tevgera Ciwanên Êzidî, şervanên YBŞ û gel tevlî pîrozbahiyê bûn. Di axaftinên hatin kirin de hate gotin “Piştî komkujiya li Şengalê PKK hate Şengalê û gelê Êzidî ji nû ve vejiya.”
Cara yekemîn li Çiyayê Şengalê salvegera damezrandina PKK’ê hate pîrozkirin. Pîrozbahiyeke bi coş bi beşdariya rêveberên TEVDA, şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Tevgera Ciwanên Êzidî û gel tevlî çalakiyê bûn. Çalakî li kampeke li gundekî li derdora Şengalê pêk hat.
Gel serê sibê çûn serdana goristanên kesên di berxwedana Şengalê de jiyana xwe ji dest dane. Piştre gelê Êzidî û şervanên YBŞ’ê alên PKK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Şengalê”, “Şehîd Namirin” û “Bijî PKK” qîriyan.
PKK HÊVIYÊ DIDE HEMÛ GELAN
Ji rêveberên TEVDA’yê Seîd Hesen axaftinek kir û salvegera damezrandina PKK’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd û gelê Êzidî pîroz kir. Seîd got ku PKK partiya şehîd, jin û ciwanan e û bi bîr xist ku PKK 27’ê Mijdara 1978'an li gundê Fîs ê navçeya Licê ya Amedê bi beşdariya 22 kesan hate avakirin û niha gihiştiye bi milyonan.
Seîd binê wê yekê xet kir ku di van 36 salên PKK’ê de îdeolojiya Ocalan û felsefeya wî ji bo hemû bawerî û derdoran bûye hêvî û wiha axivî: “PKK li dijî dewletên mêrtînger û yên ku dixwazin li ser gelê Kurd mêtingeriyê bikin têkoşîneke xurt dimeşîne û bû hêvî. Ji ber ku ramanên Rêber Apo desthilatiyê û koletiyê qebûl nake. Têkoşîna PKK’ê li ser esasê îdeolojiya wekhev a Rêber Apo ye. Îro têkoşîna mîlîtanên PKK’ê bi vê îdeolojî û felsefeyê li çar parçeyên Kurdistanê belav bûye û hêviyê dide gelan. Bi taybet di van demên dawiyê de li Celewla, Kerkûk, Mexmûr, Serêkaniyê, Şengal û Kobanê bi rûhê berxwedanê yê PKK’ê têdikoşin û gelê Kurd diparêzin.”
Dayika Êzidî ya bi navê Şîrîn jî diyar ku gelê Êzidî PKK’ê weke partiya xwe dibîne û got: “PKK partiya parêzvan a gelê Kurd e. Ger ne ji PKK’ê bûya, bira alîkariya bira nedikirin û em ê hemû bihatiban qetilkirin. Ji ber vê em PKK weke partiya xwe dibînin û taca li serê me ye.”
Dayika Şîrîn bal kişand ku 74 ferman hatine serê gelê Kurd û got: “Îro roja şehîdan e. Ji ber ku ji Başûrê Kurdistanê heta Bakurê Kurdistanê, ji hemû parçeyên din ên Kurdistanê hatin û tevlî vê berxwedanê bûn. Ez çavên wan hemûyan maç dikim. Ez vê rojê li wan pîroz dikim. Ger me jinan xwe beriya van êrişan xwe bi rêxistin kiribana, ev komkujî nedihatin serê me.”
EM AZADIYÊ DIXWAZIN LÊ AZADÎ BERDÊLAN JI ME DIXWAZE
Endamê Rêxistina Ciwanên Êzidî Qendîl Merwan jî bibîr xist ku ev nêzî 4 mehan e berxwedaneke bêhempa li Şengalê berdewam dike. Diyar kir ku berxwedana li Çiyayê Şengalê bi ciwanên Kurd û Êzidî pêkan e. Merwan got ku ew ji bo Êzidî û heû bindestên cîhanê azadiyê dixwazin. Merwan got: “Em azadî dixwazin lê azadî ji me berdêlan dixwaze” û bang li ciwanan kir ku tevlî berxwedana li Çiyayê Şengalê bibin.
‘HETA JIN AZAD NEBIN ŞENGAL AZAD NABE’
Şervana YBŞ’ê Ronahî Şengal axivî û bibîr xist ku bi hezaran jinên Êzidî di destê DAIŞ’ê de ne û da zanîn ku divê hemû cîhan berê xwe bide Şengalê.
Şengal desntîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê jinên ciwan ên Êzidî li bazaran weke kole difiroşe û got ku gelek ji van jinan vê yekê qebûl nekirine û xwe kuştine.
Şengal diyar kir ku divê jinên ciwan ên Êzidî hêza xweparastinê ava bikin û got: “Goristanên me, cihên pîroz û malên me xera kirin. Dayik, zarokên Êzidî û zilamên Êzidî ser jê kirin, qetil kirin. Em êdî li benda çi ne. Çima şer nakin. Ger hûn şer nakin bihêlin bila jinên ciwan tevlî berxwedanê bibin û çekan rakin.”
Ronahî got ku jin heta niha ne mafê tu kesî ne û da zanîn ku tundiya li dijî jinan li dijî hemû civaka Êzidî ye. Ronahî destnîşan kir ku heta niha jî zextên li ser jinan berdewam dikin û got ku tevlî bûna berxwedanê ya jinên ciwan ên Êzidî pir girîng e.
Piştî axaftinan, ciwanên Êzidî helbestên têkildarî komkujiya Şengalê amade kiribûn xwendin piştî helbestan bi stranan pîrozbahî bi dawî bû.