Şahidê ji qetilkirina li Dizê filitî axivî

Şahidê ji qetilkirina li Dizê filitî axivî

Li Qereqola Dizê ya ser bi navenda Colemêrgê, di encama gulereşandina leşkeran de ajokarê wesayîtê Yucel Ertûş û çawişê pispor Erhan Yurudur jiyana xwe ji dest dan. Hevalê Ertûş Cemîl Korkmaz ê di wesayîtê de bû û ji wesayîta nêzî 70 gule lê ketin bi saxî filitî, bûyera hat serê wan ji ANF'ê re vegot.

Cemîl Korkmaz bi gotina, "Bi Yucel re em ji zarokatiyê heval in. Em zarokên heman taxê ne. Em bi hev re çûn dibistanên navîn û amadeyî, bi hev re çûn leşkeriyê jî. Hevalê min ê nêz bû..."Korkmaz da xuyakirin ku qaçaxçitiya mazotê ji ber ku debara jiyanê ya gelek mirovên li herêmê ye Ertûş 5 sal bû bi vî karî re mijûl dibû, lê belê wî karê sewaxê dikir û wê rojê jî, li ser banga Ertûş ew pê re çûye.

Korkmaz ragihand ku di sibeha roja bûyerê de wan telefonî hev kirine û biryar dane êvarê bi hev re biçin û wiha axivî: "Em bi hev re çûn Çigli. Dema vegerê saet li dora 10'ê şevê bû. Dema em ji fetlanokê dizîvirîn, me Qereqola Dizê dîtin, ji xwe 200-300n metre beriya qereqolê me çawişê pispor dîtin. Ji ber ku em hinekî bi lez dihatin û nuqteya kontrolê jî hînê dûr me, me leşker derbas kirin. Min ji Yucel re got "Bisekine" wî jî wesayît ber bi şantiyeya li kêlekê dibir, ji mirêkê leşker ber bi me ve çira vêdixist. Hingî Yucel berê dîreksiyon careke din zîvriand. Piştî çawişê pispor carekê gule berda hewayê, mîna baranê gule li se me beriya. Min nekarî dengê çeka çawişê pispor û çeka leşkerên din ji hev cuda bike.  Dûre min bihîst ku leşkeran ji qereqolê gule reşandine. Nêzî 70 fîşek bi tenê li wesayîtê ketine. Mîna zîpik bibare, gule li ser me bariya. Ji ber guhê min fîşekek bihurî. Cam bi ser min de teqiya. Min serê xwe li kêleka koltixê veşart. Yucel carekê teyizî, lê min got qey ji bo xwe veşêre xwe berjêr kiriye. Dema dengê çekan qut bû, min xwest wî rake, mîna ji hişê xwe çûbe, radiza."

“WE YEK KUŞTIN, HÛN NIKARIN YÊ DINÊ JÎ BIKUJIN” 

Dema dengê çekan qut bû Korkmaz serê xwe rakir û tişta dît bi vî rengî anî ziman: "Dema min dît Yucel di nava xwînê de ye, ez qîriyam. Ji wesayîtê peya bûm û min ew ji daxist erdê. Bi dest bi masaja dil kir û hewl da ew hilmê bistîne. Di şevreşkê de min kesek baş nedidît. Qelebalixiyek ji me wê de dibeziya. Çawişê pispor ê li erdê dirêjbûyî, rakirin. Ez diqîriyam, min alîkarî dixwest. Hinek ji leşkeran çawişê pispor li wesayîtê siwar kirin û çûn. Beşek ji wan jî xwe nêzî me kir. Li benda alîkariyê bûm, lê bi gotina "Çi bûye?" xwe li me rakişandin. Min jî jê re got, "Em li zarok xistin, we ew qetilkirin." Yucel di nav xwînê de li rastê dirêjkirî bû, leşkeran jî li min dan. Bi kuştinê gef li min xwarin. Berê çekê dan serê min. Hingî mirovên sivîl hatin. Piştî ku ew ketin navberê, du leşker bi min girtin û ez rakirin. Min birin qereqolê. Yucel hînê li erdê di nava xwînê de dirêjkirî bû."

Şêniyên Gundê Dizê bi van gotinan behsa wê demê dikin: "Dengê çekan hat me. Dema me xwe gihandin cihê bûyerê, yek li erdê di nava xwînê de dirêjkirî bû. Leşkera berê çeka xwe dabûn serê kesê din û diqîriyan. Me ew kesê li erdê dirêjkirî nîşandan û ji leşkeran re gotin, 'We yek kuştin, me dîtin. Hûn nikarin yê din jî bikujin!' Leşkeran li ser vê yekê çeka ku berê wê dabû serê wî hevalî vekişandin û ew bi lez û bez rakirin qereqolê. Li pişt wan me gotin, we yek kuştin em yê din bi saxî dixwazin. Dûre jî me ew kesê li erdê dirêjkirî xistin mînîbusê û rakirin nexweşxaneyê. Dema me xwe gihandin cihê bûyerê herî kêm 25-30 deqe di ser re bihurîbû. Heta ku me xwe gihandin nexweşxaneyê, ji ber gelek xwîn jê çû bû, di rê de jiyana xwe ji dest dabû. Çawişê pispor gelekî berî wî rakiribûn nexweşxaneyê. Me piştre bihîstin ku wî jî jiyana xwe ji dest daye."

"LEŞKERAN XWESTIN MIN JÎ JI HOLÊ RAKIN" 

Krîtîk û girîngiya hatina şêniyên Dizê ya li cihê bûyer, Korkmaz wiha vedibêje: "Eger gundî nehatibûna, dê min jî li wir înfaz bikira. Şahidê yekane ez bûm. Dê min jî ji holê rabikira. Piştî gundî hatin cihê bûyer, ji ber ku nekarî tevahiya şahidan bikuşta, hingî min birin qereqolê. Li wê derê, leşkerên ku di nav de payebilind jî hebûn demeke dirêj li min dan. Li serê min dan. Heqaret li min û malbata min xwarin û gotinên nebaş gotin. Digotin, 'Eger zilam bimire, emê te jî bikujin. Hinek ji wan jî gotin, em wî bibin aliyekî û guleyekê berdin serê wî.' Di nava xwe de diaxivîn. Dûre leşkerekî payebilind hat gel min û çekek avêt ser min. Xwestin vê yekê nîşan bidin ku çeka min e. Hema yekser min destê xwe xist hundirê piyê qazaxê li ser xwe. Min destê xwe xist hundirê piyê qazaxê ku destê min negihêje çekê. Gotin, 'Çek a te ye.' Min xwest dozger were, wan jî gotinên nebaş ji dozger kirin. Min parêzer xwest, wan çêr li parêzer kirin. Min ne dizanîbû ka ez wekî din çi bikim? Talî dozger hat."

PIRSÊN LI BENDA BERSIVÊ NE

Korkmaz ragihand ku wî her tiştên hat serê wan ji dozger re got, dûre ew bi ekîbeke sivîl destpêkê birin emniyetê, ji wir derbasî Qişla Fatîh kirin, ji wir birin nexweşxaneyê û herî dawî jî ew veguhastin Şûbeya Qaçaxçitiyê û piştî 24 saetan ahtiye berdan. Korkmaz diyar kir ku hînê wî şoqa windakirina hevalê xwe yê nêz û bûyerên bi serê wan de hatiye, ji ser xwe neavêtiey û got, "Yucel jî, ez jî em li hemberî leşkeran neketin nava şerekî. Di rewşên bi vî rengî de dikarin guleyê berdin lastîkên wesayîtê. Ji xwe em hînê negihabûn qereqolê, negihabûn nuqteya kontrolê. Çima? Me tiştek nekiribûn, lê gule li me reşandin. Xwestin me bikujin. Çima ev kirin?" Cemîl Korkmaz ji malbata Çawişê Pispor Erhan Yurudur ê di bûyerê de jiyana xwe ji dest da, sersaxî xwest. Korkmaz bibîr xist ku Yurudur gule berdaye hewayê ne lastîkê wesayîtê, lewma ev dikre weke nîşaneyekê were dîtin, lê belê di navbera guleberdana Yurudur û gulereşandina ji qereqolê de 4-5 saniye hebû.

"LÊ DAN Û LI ERDÊ HIŞTIN"

Malbata Yucel Ertûş ê di bûyerê de jiyana xwe ji dest da hem bi êş e hem jî bi hêrs. Malbat diyar dike ku kurê wan mîna gelek kesên li herême bi salan karê bazirganiya mazotê dikir û ap Suley man Ertûş vê pirsê dike: "Ev qereqol rojê bi dehan wesayîtan ji vê nuqteyê derbas dikin. Karê mazotê rastiya vê herêmê ye. Bi dehan salanin li cihê bi dehan mirov jê derbas bûne, çima kurê me dikujin?" Ertûş ragihand ku ew meraq dike ka çima Ertûş bi rewşa birîndar li cihê bûyerê hatiye sekinandin û diyar kir ku divê ev rewşa ku rê li ber mirina kurê wan vekir, were vegotin.

Ertûş her wiha anî ziman ku ew meraq dike çima 200-300 metre beriya nuqteya kontrolê, çawişê pispor xwest wesayîtê bisekinîne û ji malbata çawişê pispro Yurudur sersaxî xwest û diyar kir ku ewê dest ji vê dozê bernedin.

Leşkerên Qereqola Dizê tevî ku zanîbû li gel vê wesayîtê çawişekî pispor heye jî, çima gule reşandin? Xizmên kesê jiyana xwe ji dest da û şahidê bûyerê xwe amade dikin bi van pirs û raporên Komeleya Mafên Mirovan û Mazlûm-Derê, serî li dadgeriyê bidin.