Rêwîtiya ber bi Nisêbînê destpê kir

Rêwîtiya ber bi Nisêbînê destpê kir

Ji bo beşdarî meşa protestokirina dîwarê şermê yê di navbera Nisêbîn û Qamişlo tê lêkirin bibin, ji Silopî, Cizîra Botan, Êlih, Serêkaniyê û Geverê girseyên gel ketin ser rê. Nisêbîn jî xwe ji bo pêşwazîkirina çalakgeran amade dike.

Li hin navçeyan jî dikandaran derebeyên xwe venekirin. Li Nisêbînê, girseya gel li ber Navenda Çandê ya Mîtannî li hev kom dibe.

Girseya gel a li Silopiyê danê sibê hat cem hev, ji bo beşdarî meşa li dijî dîwarê şermê yê di navbera Nisêbîn û Qamişlo de tê lêkirin bibe, ket ser rêya Nisêbînê.

Bi bi sedan kesên di nav de Serokê Rêxistina BDP'ê ya NavçeYê Azîz Acet, endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, Cîgirê Şaredar Abdulkerîm Sonmez, endamên KURDÎ-DER, MEYA-DER û meclîsa şaredariyê hebûn, li ber avahiya BDP'ê ya Navçeya Sîlopiyê li hev kom bûn û bi dirûşmên "Bijî Berxwedana Rojava", "Bijî YPG" ketin ser rê.

Girseya gel bi 6 mînîbus û 50 wesayîtên şexsî ketin ser rêya Nisêbînê, lê belê li nuqteya lêgerînê ya Katran a Silopiyê ji aliyê leşker û polîsên sivîl ve hatin rawestandin û kontrola destûrname û nasnameyê hat kirin. Li dû kontrolan plakayên wesayîtan yek bi yek ji aliyê polîsan ve bi kamerayê hatin kişandin û dûre destûra derbasbûna wan hat dayîn. BDP'yiyan li dijî vê pêkanînê nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku azadiya wan a ger û geştê ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hatiye astengkirin.

Li Cizîra Botan jî zêdeyî hezar kes ketin ser rêya Nisêbînê. Dikandarên navçeyê bi venekirina derebeyên dikanên xwe re dîwarê şermê şermezar kir. Li navçeyê ji bilî firin û dermanfiroşan ti kargeh ne vekirîne.

Li Êlihê jî, li gel parlamantera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, endama Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Melîha Varişli, Hevserokên BDP'ê yên Bajêr Rahşan Çarboga û Sertar Atalay, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û aktîvîstên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê bi sedan kes bi 30 mînîbusan ketin ser rêya Nisêbînê.

Girseya gel a ji navçeya Serêkaniyê ket ser rêya Nisêbînê, li nuqteya kontrolê ya polîsan a derketina ji navçeyê hat rawestandin û di dema lêgerînê de bi hincetên cuda cezayên trafîkê li hemû wesayîtan hat birîn.

Hat hînbûn ku polîsan giştînameya Wezareta Karên Hundir nîşanî girseya gel a diçû Nisêbînê dane û hişyarî dane ku ewê destûrê nedin meşa wan.

Li gel van astengiyên polîsên Tirk jî wesayîtên li nuqteya kontrolê ketin ser rêya Nisêbînê.

Li Colemêrg û navçeya wê Geverê jî îro derebeyên dikanan nehatin vekirin. Ji bilî firin û dermanfiroşan li navçeyê ti dikan ne vekirîne. Polîsan jî pêş avahiyên dewletê û gelek nuqteyan kontrolên xwe tund kirin.