Rejîma Îranê li Helsînkî hat şermezarkirin

Rejîma Îranê li Helsînkî hat şermezarkirin

Ji ber darvekirinan rejîma Îranê li Helsînkî li ber avahiya parlamentê bi çalakiyeke girseyî hat şermezarkirin.

Bi pêşengiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li dijî darvekirinên girtiyên siyasî û mûxalîfên li Îranê, duh li paytexta Fînlandiya Helsînkî bi beşdariya bi sedan kesî ji navenda bajêr meşek hat lidarxistin. Girseya gel li dû meşê li ber avahiya parlamentê kom bû û daxuyaniyek da.

Li ser navê Rêxistina Ewropa ya PJAK'ê Ehwen Chiyako daxuyanî da û polîtîkayên darvekirinê yên rejîma Îranê şermrezar kir. Chiyako bal kişand ser bêdengiya dewletên navneteweyî yên li hemberî vê yekê, ji wan xwest helwesteke zelal nîşan bide û got, "Gelê Kurd li dijî darvekirin û qirkirinê ti carî bêdeng nema û wê ji niha û şûn de jî bê bersiv nemîne.”

Nûnerê PJAK'ê da xuyakirin, ku Komara Îslamî ya Îran bi israra li ser siyaseta çewsandin û tinekirina vîna azad a gelê Kurd û azadîxwazên li Îranê dest bi pêleke nû ya girtin, azar, îşkence û sêdarê kiriye.

Di çalakiyê de li dengê girtiyê siyasî yê Kurd Hebîbûlllah Gulperîpûr ê di 26'ê Cotmehê de hat darevkirin, hat guhdarîkirin û dengê wî girse xemgîn kir.

Di çalakiyê de her wiha dosyayek ji aliyê PJAK'ê ve li ser mijarê hatibû amadekirin, ji aliyê heyetek ji 3 kesan ve pêşkêşî koma mafên mirovan a parlamentê hat kirin.