Rejîma Îranê kasibkarekî kurd qetilkir

Rejîma Îranê kasibkarekî kurd qetilkir

Rejîma Îranê li gundê bajarê Serdeştê Xwaremîrê  kasibkarekî Kurd bi guleyan qetil kir.

Li gorî agahaiyên bi dest ketine şevêdin li bajarê Serdeştê hêzên Ewlehiyê yên Rejîma Îranê kesê bi navê Zanyar Xidir Axa yê xelkê gundê  Xwaremîrê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve gule lê hatiye reşandin di encama guleyan de jiyana xwe ji dest dide.

Hat ragihandin ku Zanyar Xidir Axa rojene bi maşîneya xwe mijolî karê kasimkariyê bû ji bo dabîn kirina jiyana  malbara xwe.

Hêjayî gotinê ye rejîma Îranê di wan rojên dawî de disan siyaseta xwe ya darvekirin û kuştinê bi lezkirî ye. Ji berî çend rojan 3 siyasetmedarên Kurd yên bi  navê Hebîbûla Gulperî Pûr, Reza Îsmaîl û Şerko Merîfî li gel dehan kesên din ji aliyê Komara Îslamiya Îranê ve hatibû bi dar vekirin. Niha jî gelek girtiyên din di bin zextên darvekirinê de ne.