Rageşiya di navbera Venezûela û Kolombiya de bi dawî dibe

Ji bo başkirina têkiliyên rageşiya di navbera Venezûela û Kolombiyayê de, ku ev salek bû dom dikir, gaveke erênî hate avêtin.

Di hevdîtina Serokdewletê Kolombiya Juan Manûel Santoş û hevpîşeyê wî yê Venezûela Nîcolas Madûro de biryarên girîng hatin girtin. Di hevdîtina pêşî de biryar hate dayin ku sînorên ku ji Tebaxa par ve girtî bûn gav bi gav werin vekirin, dîsa li hev kirin ku astengiyên li pêşiya ku welatî di navbera du welatan bikaribin biçin û bên, rabin.

Sînorê di navbera Venezûelaya di serektiya sosyalîst Madûro û rêxistina şoreşger FARC’ê de ku ji 1964’an ve bi Kolombiya re di nav şer de ye, sala par hatibû girtin. Di êrîşeke hin komên paramîlîter de ku ji Kolombiyayê derbas bûbûn, ji artêşa Venezûelayê leşkerek birîndar bûbû.

Nîcolas Madûro digot, hin komên paramilîter dixwazin ku istîkrara welêt têk bibin xebatan dikin û hikûmeta Kolombiyayê jî li hemberî vê bêdeng e.

Tê zanîn ku di pêşxistina têkiliyên du alî de, pirgirêkên aborî yên piştî kêmbûna fiyetên petrolê de û îmzekirina peymana petrolê ya di navbera Kolombiya û FARC’ê de xweyî bandor in.