Protestoya dîwar a li Geverê rastî destwerdana polîsan hat
Protestoya dîwar a li Geverê rastî destwerdana polîsan hat
Protestoya dîwar a li Geverê rastî destwerdana polîsan hat
Bi armanca şermezarkirina dîwarê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de tê lêkirin, li navçeya Colemêrg Geverê derebeyên dikanan nehatin vekirin û meşek hat lidarxistin. Lê belê meş rastî êrîşa polîsan hat.
Bi armanca şermezarkirina "dîwarê şermê" li navçeya Geverê derebeyên dikanan nehatin vekirin. Girseya gel danê nîvro li ser rêya Şemzînanê kom bû û ber bi Kolana Cengîz Topel ve dest bi meşê kir. Ji ber êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê, fîşekên plastîk û ava şid, pevçûn derket.
Çalakgeran jî bi fîşekên hewayî, molotof kokteyl û keviran bersiv dan êrîşa polîsan. Hejmareke zêde polîsên tîmên taybet li herêmê hatin bicihkirin û rageşî li nava kolanan dewam dike.