Polîsan êrîşî pîrozbahiya damezirandinê kirin
Polîsan êrîşî pîrozbahiya damezirandinê kirin
Polîsan êrîşî pîrozbahiya damezirandinê kirin
Polîsan li Farqînê êrîşî meşa bi meşale ya dihat xwestin bi minasebeta pîrozkirina 36. Salvegera Damezirandina PKK’ê bê lidarxistin kirin. Di bûyeran de 2 kes birîndar bûn.
Li navçeya Farqîn a Amedê, Meclîsa Ciwanan a DBP’ê ji bo pîrozkirina 36. Salvegera Damezirandina PKK’ê li ber Şaredariya Farqînê kom bûn. Girseya ku di nav wan de Hevşaredara Farqînê Melîkşah Teke, Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Farqînê Eyûp Koşar jî hebû, govand gerandin û stran gotin. Welatiyan paşê meşale pêxistin û bi xwendina Çerxa Şoreşê li ser Cadeya Amedê xwestin bimeşin. Polîsên bi wesayîtên zirxî û TOMA’yan hatin, pêşiya girseyê girtin. Dema di navbera DBP’yiyan û polîsan de diyalog dewam dikir, polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî welatiyan kirin. Ciwanan piştî êrîşa li kolanan belav bûn, careke din derketin ser Cadeya Amed, Egîtim Gul û Buyukçeşme. Li wan deran di navbera ciwan û polîsan de pevçûn derketin. Polîsan bi wesayîtên zirxî, bi tundî êrîşî ciwanan kirin. Ciwanan jî bi bombeyên deng, fîşekên hewayî, Molotof û keviran bersiv dan.
2 KES BIRÎNDAR BÛN
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî di pevçûnan de Mehmet Şerîf Turan (35) ê li ser Cadeya Amedê li benda cenazeyê xizmekî xwe bû û ji Êlihê hatiye ji lingê xwe yê çepê bi guleyê birîndar bûye, Abdullah Turan jî ji lingê xwe yê rastê birîndar bûye. Hat ragihandin ku ji birîndaran Mehmet Şerîf Turan piştî tedawiya yekemîn sewqî Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcle ya Amedê kirine. Abdullah Turan jî rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê.