'PKK'ê xwe li ser netewebûna Kurd ava kir’
'PKK'ê xwe li ser netewebûna Kurd ava kir’
'PKK'ê xwe li ser netewebûna Kurd ava kir’
Yek ji fermandarên HPG'ê yê herêma Kerkûkê Elî Heyder 37.salvegera damezirandina PKK'ê nirxand û got PKK'ê xwe li ser netewebûna Kurd ava kir.
Yek ji fermandarên gerîlayên HPG’ê yê herêma Kerkûkê ElÎ Heyder di destpêka axaftina xwe de 27'ê Mijdarê salvegera damezirandina PKK’ê li Rêberê Gelê Kurd, Abdullah Ocalan û gelê Kurdistanê pîroz kir û cangoriyên Kurdistanê bibîr anî.
‘LI SER NAVÊ KURDÎTIYÊ TIŞTEK NEMABÛ’
Fermandarê HPG’ê behsa girîngiya avakirina PKK'ê kir û wiha got; “Tevgera me di demeke wisa de derket ku li ser gelê me polîtîkayên asîmîlasyonê, tinekirinê û komkujî hem di warê zîhnî hem jî di warê fizîkî de hebûn. Gelê me bi qirkirineke çandî re rû bi rû hatibû, li ser navê Kurdîtiyê ti tiştek nemabû."
Heyder dest nîşan kir ew derketina PKK'ê weke derketineke ferasefa nû digrin dest û axaftina xwe wiha berdewam kir; "Bêguman ev pêşketin û deskeftinên roja îro gelê me dijî, ev rastî bi saya Rêber Apo û şehîdên me derket holê, bila her kes zanibê ku di 27'ê Mijdarê bi felsefeyeke nû derket holê.”
ARMANCA ME PARASTINA KURDISTANÊ YE
Heyder di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser şerê ku îro li her çar parçeyê Kurdistanê tê meşandin û got; "Îro her kes zanê ku ji Kobanê heta Şengalê, Mexmûrê û Kerkûkê gerîla heye. Li her çar parçeyên Kurdistanê belav bûye. Armanc û hedefa me parastina Kurdistanê ye."
Fermandarê HPG'ê Elî Heyder axaftina xwe bi van hevokan dawî kir; “Ez carekî din kesên ku ev roj ava kir bi dil û heyecaneke mezin Rêber Apo silav dikim, bejna xwe li hember şehîdên me ditewînim."