Piştî Stenbolê li Sêwasê xwendekarên Kurd rastî êrîşa nîjadperestan hatin

Piştî Stenbolê li Sêwasê xwendekarên Kurd rastî êrîşa nîjadperestan hatin

Nîjadperestên li Zanîngeha Cumhuriyetê bi dar û kêran êrîşî xwendekarên Kurd kirin. Di êrîşê de yek bi kêran 2 xwendekar birîndar bûn.

Li Zanîngeha Cumhuriyetê têkildarî êrîşên nîjadperestan xwendekarên Kurd ku daxuyaniya çapemeniyê dan, piştî daxuyaniyê careke din rastî êrîşa nîjadperestan hatin. 

Li gor agahiyên hatine wergirtin, li kampusa zanîngehê der barê êrîşên nîjadperestan de daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Piştî daxuyaniyê xwendekarên Kurd ên ber bi Fakulteya Wêjeyê diçûn rastî êrîşa nîjadperestan a bi kêr û daran hatin. 

Di êrîşa nîjadperestan a hejmara wan nêzî 60 kesan de, 2 xwendekarên Kurd birîndar bûn. Hat ragihandin ku yek ji wan birîndaran derbê kêrê xwarine. 

Ligel wê hat gotin ku polîsên li kampusê di dema êrîşa nîjadperestan de mudaxele nekirine û kes nekirine bin çavan.