Pêlîstok li zarokên Şengalî hatin belavkirin

Pêlîstok li zarokên Şengalî hatin belavkirin

Ji bo zarokên Şengalî yên bi malbatên xwe re ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ warên xwe terikandin û hatin Wêranşar pêlîstok hatin belavkirin.

Li kampên ku Şaredariya Wêranşar a Riha ji bo Şengaliyan ava kirine, xebatên perwerdeyê didomin. Xebatkarên Navenda Etût a Şaredariyê ji bo berdewamkirina perwerdeya zarokan ku seferber bûne, li aliyê din ji bo zarok ji derûniya şer rizgar bibin jî xebat tên meşandin. Bi wesîleya 20’ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan a Cîhanê jî pêlîstokên cur bi cur li zarokan hatin belavkirin.