Partiyên Kurd bi daxuyaniyeke hevbeş êrîşa li Kobanê protesto kirin
Partiyên Kurd bi daxuyaniyeke hevbeş êrîşa li Kobanê protesto kirin
Partiyên Kurd bi daxuyaniyeke hevbeş êrîşa li Kobanê protesto kirin
Rêxistinên Kobanê yên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Demokartîk a Kurd –Sûriyê, Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (El-Wehdê) bi daxuyaniyekê hevbeş êrîşî bombeyî a li dijî Navenda Heyva Sor a Kurd a Kobanê şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku li Rojavayê Kurdistanê gelek destketiyên siyasî bi destxistine, hêzên YPG'ê bi gelê herêmê re bûne yek û herêmên Rojava ji komên çete rizgarkirine û hat gotin, "gelê herêmê bi hemû pêkhate û olên xwe ve hewl didin sîstemeke demokratîk pêşbixin û dest bi avakirina rêveberiya demî kirine."
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di van deman de navenda Heyva Sor a Kurd a Kobanê rastî êrîşa bombeyî ya komên teror hat û di encamê de zarok jî di nav de zêdeyî 10 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî 20 birîndar bûne. Her wiha gelek ziyana madî li derdorê çêbû ye.
Di daxuyaniyê de êrîşa bombeyî ya Kobanê hate şermezarkirin û ev tişt hatin gotin:" Gelê Kurd dê li dijî van êrîşan bi hêztir bibe. Di demên dawî de bi ked û berxwedana hêzên YPG'ê û Asayîşê de herêm bi ewlebû û gelek hewldanên komên teror hatin bê bandorkirin."
Di daxuyaniyê de hate gotin ku rewşa aram û bi ewle ya herêmên Kurdî ne xweşiyan gelek hêzên Navnetewî û herêmî hate û wiha hate domandin:" Hêzên navneteweyî û herêmê ku piştgiriya komên çete dikin, dixwazin doza gelê Kurd bikin mijara bazarê. Em ji van hêzan re dibêjin ku gelê Kurd hişyare û bi YPG'ê û hêzên xwe yên siyasî re bûne yek, êdî hemû plan û lîstokên li dijî Rojava dê vala bêne derxistin. "
Di daxuyaniyê de bang li hêzên Asayîşê hate kirin ku lêpirsînê û lêkolînê bide destpêkirin. Di dawiya daxiyaniyê de soz bi şehîdan re hate dayîn dê rêya wan a azadiyê bê şopandin.