Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin

Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî, Mazlum Dînç û Serbay Koklu, ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Dozgeriya Komara Tirk a Bursayê dan. Ger ku serlêdana wan bê pejirandin dê parêzeran sibê biçin Girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bikin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an çûbûn Îmraliyê.