Osman: Darvekirinên Îranê li dijî nirxê mirovahiyê ne

Osman: Darvekirinên Îranê li dijî nirxê mirovahiyê ne

Parlementerê Parlemena Îraqê û siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman, bidarvekirinên siyasetmedarên Kurd yên ji aliyê Komara Îslamiya Îranê bi zimanekî tund şermezar kir û got: “ Bidarvekirin kiryarek li dijî yasa û rêsayên mirovahiyê ne û bi wateya binpêkirina mafê mirovan tê.”

Parlementerê  Parlemena Îraqê û siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman li ser hesabên xwe yê tora civakî Facebookê daxuyaniyekî nivîskî li ser darvekirinên rejîma Îranê da û da diyar kirin ku Îran bi van darvekirinan mafê mirovan binpêdike û wiha pêde diçû: “Ez bi tundî berdewambûna darvekirênên  çalakvanên Kurd di Kurdistana Îranê de şermezar dikim, kiryarek ku li dijî yasa û rêsayên mirovahiyê ne û bi wateya binpêkirina mafê mirovan  tê.”

Osman da destnîşankir ku rejîma Îranê vê  peyamê jî dide me ku qet li pey çareserkirina pirsgirêka  Kurd bi rêya aştiyane û siyasî nagere û wiha dom kir; “ Di demekê de ku em destxweşiyê dibêjin hemû gelê Kurd di her çar parçeyên Kurdistanê de ji bo berdewambûn li ser mehkûmkirina vê tawanê û girtina gireva nerazîbûnê, li hemen demê de daxwaz ji Serokomarê Îranê, Hesen Rohanî dikin ku pêşî ji van cînayetan bigire û rê nede zarokên Kurdan were darvekirin. Nemaze Rohanî wisa xwe nîşanê civaka Îranê daye ku kesayetiyekî guhertin xwaze û rêjeyek zaf ji dengê xelkê Kurdistanê di hilbijartina serokkomariyê de bidest xist.”

Osman di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû raya giştî dike ku li himberî kiryarên rejîma Îranê  bêdeng nebin.