Operasyonên qirkirina siyasî li Êlihê hatin şermezarkirin
Operasyonên qirkirina siyasî li Êlihê hatin şermezarkirin
Operasyonên qirkirina siyasî li Êlihê hatin şermezarkirin
Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê yên Êlihê jî li Parka Ataturkê binçavkirin û girtinên li Kurdistanê yên piştî çalakiyên ji bo Kobanê hatin lidarxistin de pêk tên bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
Nûnerên rêxistinên civakî û endamên Dayîkên Aştiyê jî tevlî daxuyaniyê bûn. Li ser navê Platformê Hevserokê Şaxa SES'ê yê Êlihê Mustafa Yurtsever daxuyanî xwend û bal kişand ser berxwedana 69 roj in li Kobanê tê pêşxistin. Yurtsever, anî ziman ku di vê berxwedanê di serî de ciwanên Kurd, ciwanên Tirkmen, Tirk, Ereb û gelên din jiyana xwe ji dest dan.
Yurtsever, da zanîn ku piştî serhildana 7-9'ê Cotmehê di serî de li Êlih tevahiya bajarên Kurdistanê û hin bajarên Tirkiyeyê operasyonên binçavkirin û girtinê destpê kirin. Yurtsever bilêv kir ku divê demildest hikûmet dest ji polîtîkayên binçavkirin û girtinê berde.