Operasyona YPG’ê li 6 gundên Tirbespiyê didome

Operasyona YPG’ê li 6 gundên Tirbespiyê didome

“Operasyona Şoreşgerî” ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li dijî komên çete li başûrê bajarê Tirbespiyê daye destpêkirin, li 6 gundan didome. Di operasyona YPG’ê de 2 gund hatin rizgarkirin.

Operasyona ku YPG’ê li dijî komên çete, bi navê “Pêngava Dilsoziya bi Şehîdên Qamişlo û Kobanê re”, saet derdora 20.30’an de dabû destpêkirin, berferih dibe. 

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG’ê hatine girtin, operasyon li gundên Til Îd, Riheya Biçûk, Riheya Mezin, Ewênat, Zahiriye, Ribêda didome. 

DI OPERASYONÊ DE 2 GUND HATIN RIZGARKIRIN

Di operasyona ku YPG’ê li dijî komên çete, bi navê “Hemleya dilsoziya bi şehîdên Qamişlo û Kobanê re”, saet derdora 20.30’an de dabû destpêkirin de, 2 gund hatin rizgarkirin.

Çavkaniyên YPG’ê diyar kirin ku gundên Sofya û Mira yên li başûrê Tirbespiyê ji komên çete hatine rizgarkirin.