OGC: Di van du mehan de zextên li ser çapemeniyê zêde bûn

OGC: Di van du mehan de zextên li ser çapemeniyê zêde bûn

Cemiyeta  Rojnamevanên Azad da zanîn ku di van du mehên dawiyê de zextên desthilatiyê yên li ser çapemeniyê zêde bûne û diyar kir ku hikûmeta AKP’ê biryar daye feydeyê ji mîrasê salên 90’î bigire. OGC’ê xwest xebatkara Gun TV Soylemez serbest bê berdan.

Cemiyeta Rojnamevanên Azad bal kişand ser zextên li Tirkiyeyê li dijî rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê pêk tên û diyar kir ku gef, êrîş û zextên li dijî çapemeniya muuxalîf berdewam dikin. OGC’ê bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê yên li hemberî rojnamevanan û polîtîkayên AKP’ê şiband polîtîkayên salên 1990’an. OGC’ê bibîr xist ku heta niha jî bi dehan xebatkarên çapemeniyê di girtîgehan de ne û da zanîn ku ev rojnamevan tenê ji ber ku karê xwe yê rojnamevaniyê kirine hatine girtin û got ku AKP ji bo bikare zêdetir rojnamevanan bixe girtîgehê, li rêyên nû digere.

ZEXTÊN LI SER ÇAPEMENIYÊ ZÊDE BÛNE

Cemiyeta  Rojnamevanên Azad da zanîn ku di van du mehên dawiyê de zextên desthilatiyê yên li ser çapemeniyê zêde bûne. OGC’ê serdegirtina ser mala xebatkarên televîzyona Gun TV ya ku li Amedê weşanê dike û binçavkirina xebatkara Gun TV Kubra Soylemez û got:"bi dehan endamên tevgera taybet roja 19’ê saet 03.00’yê şevê  bi ser mala Soylemez de girtin. Nehiştin ku derî vebe, derî şkandin û deriyê daîreya ku Soylemez têde bû şkandin û ketin hundir. Hempîşeya Soylemez û hevalên din li erdê dirêjkirin, çek danîn ser serê wan û bi seatan lêgerîn pêk anîn. Piştî lêgerînê Soylemez  hate binçavkirin.”

QETILKIRINA BOGDU NÎŞANEYA VÊ YEKÊ YE

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin; “Endamên tevgera taybet ên bi maskeyên reş nîvê şevê bi ser malên rojnamevanan de digirin û deriyên wan dişkînin” û  wiha hate gotin: “Careke din hate bîra me ku di salên 90’an de bi dehan rojnamevan hatin qetilkirin û windakirin.” OGC’ê diyar kir ku hikûmeta AKP’ê biryar daye ku ji feydeyê ji mîrasê salên 90’î bigire. OGC bal kişand ser qetilkirina xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bogdu yê ku di êrîşeke çekdarî de hate qetilkirin û got ku qetilkirina Bogdu nîşaneya van pêkanîn e.

XWEST SOYLEMEZ SERBEST BÊ BERDAN

OGC’ê daxwaza serbestberdana Soylemez ku di bin çavan de ye kir û bang li hemû xebatkarên çapemeniyê kir ku hestyar bin û azadiya çapemeniyê û ramanê bê parastin.