Nebata 300 mîlyon salî ya bûye fosîl hat dîtin

Di kolandinên arkeolojîk ên li eyaleta Thurîngen a Elmanyayê de, koka nebata beriya niha bi 300 mîlyon salî, ku niha bûye fosîl, hat dîtin.

Xwendekarên Zanîngeha Teknîkê ya Bergakademîe Freîber ku bi lêkolînên xwe yên jeolojîk tên naskirin, tevî muzeya Dîroka Xwezayê ay Schleûsîngenê, li herêma Thurînger Wald kolandinên arkolojîk kirin û di encamê de nebat û gelek kokên wan ên bûne fosîl dîtin.

Paleontolog Ralf Wernebûrg der barê lêkolînê de agahî da û diyar kir, wan koka gihayê Equisetum ê bi qasî 70-80 cm re dîtine, ku bûye fosîl. Wernebûrg da xuyakirin, ku emrê vî fosîlî 298 mîlyon sal e.

Wernebûrg da zanîn, ev fosîla wan dîtine, ji serdema Permiyan e.