Nasnameya cenazeyên li Qoserê diyar bûn

Nasnameya cenazeyên li Qoserê diyar bûn

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê cenazeyên du kesên li zeviyên garisan bi çekê hatine kuştin û cenazeyê wan hatine şewitandin hatibûn dîtin hat hînbûn ku cenaze yên kesên birayê hev Mehmet Omer û Abdullah Omer ên Rojavayî ne.

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê cenazeyê du zilaman ên li zeviyên garisan bi çekê hatin kuştin û cenazeyê wan hatine şewitan hatibûn ditîn nasnameya wan hate aşkerakirin. Piştî karê otopsiyê hate zanîn cenaze aîdî du birayên ji Rojava yên bi navê Mehmut Omer (32) û Abdullah Omer (17) in. Ji ber encama şer û pevçûnan du birayên hatin li Qosera Mêrdînê bi cih bûn, birayên hev ên karkerên înşaetê ne.

Hate zanîn ku du bira bi çekê hatine kuştin û cenazê wan hatiye şewitandin. Piştî ku malbata Omer ji kurên xwe xeber negirtin serî li jendermeyan dan. Cenazeyê du birayan ji îro ji nexweşxaneyê hate girtin rêkirin, Dirbêsiyê. Heta niha nehat zanîn bûyer ji aliyê kê ve hatiye kirin. Têkildarî bûyerê lêpirsîn dewam dike.