Muzeya Şehîdan hat vekirin

Muzeya Şehîdan hat vekirin

Di bernameya 36’emîn salvegera damezrandina PKK’ê ya li Qendîlê de rêveberên PKK’ê û sedan gerîla hatin cem hev. Bi wesîleya rojê Muzeya Şehîdên PKK’ê hat vekirin.

Bername li Şehîdgeha Mehmet Karasungur a Qendîlê pêk hat. Her wiha Muzeya Şehîdên PKK’ê jî hat vekirin. Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, endama Konseya Rêveber a KCK’ê Fatma Adir, endamê Komîteya navendî ya PKK’ê Nedîm Seven, endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Alî Piling, ji fermandarên YJA-STAR’ê Hezîl Dêrsîm û 350 gerîla tevlî bûn.

Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok di merasîmê de axivî û 27’ê Mijdarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û  şehîdan û gelê Kurd pîroz kir.

Ok diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 64 sal berê ji gundê Amara ya Rihayê derket û dest bi vê têkoşîna mirovahiyê kir û got: “Rêber Apo zîhniyeta mêtinger red kir û serî hilda. Ev serhildan bê navber heta îro berdewam kiriye.  Azadî û serxwebûn afirand. Ev afirîneriya wî li her derê belav bû û gelê Kurd şiyar kir.

Ok got ku berê behsa Kurdbûnêkirin ne mimkun bû û îro jî ne Kurdistan, bêyî PKK’ê Rojhilata Navîn bi tunebûnê re rû bi rû dimîne.

RÊBER APO DI HER ŞERTÎ DE HÊVÎ AFIRAND

Ok wiha berdewam kir: “Têkoşîna di PKK’ê de hatiye dayîn ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên herêmê bûye moral, hêvî. Rêber Apo dema dest bi têkoşînê kir, negot tiştekî min tune. Negot ez ê çawa dest bi têkoşînê bikim. Her tişt wî afirand. Ji roja destpêkê ve heta niha bi hewldana xwe têkoşîn mezin kir û anî vê rojê. Rêber Apo ti car bê hêvî nema. Di her şert û mercî de hêvî afirand.

BI XWÎNA XWE DÎROK NIVÎSIN

Ok kesên di têkoşînê de jiyana ji dest dane bibîr anî û got: “Afrînerên îro, Hakî, Sara, Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Heval Mazlûm, Ferhat, Viyan, Cîhan, Arîn û deh hezaran hevalên me ji bo ev têkoşîn bigihêje serkeftinê bi xwîna xwe dîrok nivîsin. Bûn sembolên qehremaniyê.

Îro li Rojhilata Navîn û Kobanê şoreşek pêk tê. Ez berxwedêrên ku ev 73 roj in, têdikoşin silav dikim. Gel bi YPG û YPJ’ê re berxwedanek mezin li Kobanê dimeşîne. Ev jî girêdayî çanda berxwedana PKK’ê ye. Jinên li Kobanê li ber xwe didin ji bo hemû jinên cîhanê dibin mînak. Têkoşîna li vir tê meşandin keda mezin a Rêber Apo û ruhê şervanên şehîd in. Bi vê wesîleyê ez li hemberî hemû şehîdan rêzdar im.

PKK PARTIYEK AZADIYÊ YE

Ok di dawiya axaftina xwe bal kişand ser şîdet û zextên civakî ya li ser jinê û got: “PKK ji destpêkê de bûye partiyek azadiyê ya jinan. Heta îro hevalên me yên jin fedarakiyek mezin nîşan dane. Her tim li dijî zilmê têkoşîyane. Azadiya jinê li ser vî esasî pêş ketiye.”

Merasîma leşkerî bi dirûşman bi dawî bû.

Li Qendîlê muzeya şehîdan

Di piştî merasîma leşkerî li Şehîdgeha Mehmet Karasungur, Muzeya Şehîdên PKK’ê ku çêkirina wê bi dawî bû hat vekirin. Bername bi gera rayedar û gerîlayan a li muzeyê û nivîsandina bîranîna li lênûskê bi dawî bû.

Endamê Komîteya Xebatên Şehîdan a PKK’ê Mûnzûr Diyar, diyar kir ku ji roja ku avabûna PKK’ê heta niha bi sedan wêneyên gerîlayan û amûrên wan ên şexsî wê di vê muzeyê de ji gel re pêşkêş dikin.